@article{article_1204924, title={NİRXANDİN Û ANALÎZA BERHEMÊN XEBATA KELEPORÎ YA EUGEN PRYM Û ALBERT SOCİNÎ}, journal={Kurdiname}, pages={40–58}, year={2022}, DOI={10.55106/kurdiname.1204924}, author={Aslan, Mustafa}, keywords={Eugen Prym, Albert Socin Çîrok, Serpêhatî, Destan, Zargotina Kurdî, Albert Socin, Hikâye, Serüven, Kürt Sözlü Edebiyatı}, abstract={Li gor agahîyên li ber destan, ji serê nîveka duyem ya sedsala XIXem heta dawîya nîveka yekem ya sedsala XXem gelek xebatên berhevkarî yên zargotina kurdî ji alîyê vekoler û gerokên bîyanî ve hatine kirin. Yek ji van xebata ducildî ya zimannasên alman Eugen Prym û Albert Socin ya bi navê “Kurdische Sammlungen”ê ye. Di vê gotarê da em ê li ser vê berhemê rawestin ku ji 13 çîrok/serpêhatî, 16 stranên evînî, 25 destan û stiranên şer yên kurdî, helbesteka Sîyahpûş û yeke Elî Herîrî pêk tê. Gotar ji sê beşan pêk tê. Di beşa yekem da bi kurtasî agahî derbarê nivîskaran û rêbaza wan ya berhevkarîyê da hatine dayîn. Her weha li ser ger û rêwîtîya ku Albert Socinî ji bo berhevkirina berhemên zargotina kurdî kirîye hate rawestin. Di berdewamîya vê beşê de danasînek giştî ya berhemên herdu cildan hate kirin. Di beşa duyem da ku ew jî du binbeşan pêk tê, li ser berhemên çîrokî yên di xebata navborî da cih girtine hate rawestin û berhem ji alî naverok û strukturê ve hatin analiz kirin. Di binbeşa yekem de rêzincîra bûyeran û serborîyên lehengan hatin analîz kirin. Di binbeşa duyem de li ser lehengên hin ji çîrokan û taybetmendîyên wan ku ji alî çîrokbêj (vegêran) ve hatine taswîr kirin hate rawestin. Di vê çarçoveyê de hêmanên derasayî ku di van çîrokan de hatin analîz kirin. Di beşa sêyem de nirxandin û analîza hinek destan û stiranên şer wekî mînak hate kirin. Bi taybetî li ser taswîrên ku dengbêjan derbarê lehengan û kiryarên wan de kirin e hate rawestin. Bi riya nirxandin û analîza van berheman me xwest em balê bikişînin ser gencîne û dewlemendîya edebî ya zargotina kurdî ya gelêrî.}, number={7}, publisher={Osman ASLANOĞLU}