@article{article_442256, title={Lêkolînên Kurdolojiyê li Îranê Destpêkek ji bo Mijar û Xwendinan}, journal={Nubihar Akademi}, volume={2}, pages={99–137}, year={2017}, DOI={10.55253/nubihar.442256}, author={Mıhemedpûr, Ehmed and Rızaî, Mehdî and Yılmaz, Ferhat}, keywords={Iran,Kurodlojî,Xebatên Akademîk}, abstract={

Pirsgirêk û mijarên siyasî û dîrokî derbarê “Kurdan” [1]  de li Rojhilata Navîn di çaryeka sedsala borî de bi awayekî giştî û mexsûsen di van salên dawî de bûye xwedî cihekî taybet. Vî cihî çi ji hêla jeopolîtîk û çi ji hêla zanistî-zanîngehî be, qadek ji bo derketina wêjeya teorîk vekiriye û lêkolînên berfireh ên derbarê Kurdan de kom kiriye. Ligel vê rewşê, her çend telaşên curbicur ji bo têgihiştina civak û çanda Kurdistanê hatibin kirin jî riwayetên cihê û hin caran rewşên nakok, di çanda Kurdan de rê daye ku ji hêla mijarê ve bi taybetî ji hêla zanistî ve qada gengeşiyê bilindtir bibe ku vê yekê bixwe alozî û nediyariyên derbarê çand û civaka Kurdan de zêdetir kiriye. Bi van lêkolînan, bergeha mijarên dîrok û çanda Kurdistanê bi taybetî yên derbarê pirsgirêkên siyasî û nijadî de kêm bûne. Vê rewşê, ne tenê girîngiya lêkolînên çandî û civakî ber bi goşeyekê ve avêtiye, belkî di piraniya xebatan de lêkolînên zanistî jî bi teorî û metodolojiyên nediyar re rû bi rû hiştiye

}, number={8}, publisher={PAK AJANS Yayıncılık} }