Bi vê xebata di destê we de ez verziyona Almanî ya lêkolînên xwe yên li ser ziman, dîrok û rewşa niha ya gelê Kurd ji raya giştî re eşkere dikim. Wiha xuya ye ku îfadekirina sebebên amadekirina vê berhemê ne tiştekî fizûlî ye. Hê di destpêka lêkolînên min yên li ser Şerqê de ez bi hezkirineke berbiçav li wê geriyabûbûm ku ziman û edebiyata Farisên îro, ku bi pirranî hîna jî jê nehatiye îstîfade kirin, nas bikim. Di vir de divîyabû min bala xwe bida ser çîroka egidîyê ya Farisî û têkiliya wê bi efsaneyên qewmên Sanskrît ve. Herçiqas bi vî awayî perspektîfa min firehtir biba jî, min ferq kir ku lêkolîneke kûr û dûr li ser kevnareyên Îranî ne di quweta min de ye û ji ber vê jî diviyabû ez xebata xwe ya ilmî li ser hêlekê sinor bikim. Piştî ku min di sala 1852yan de xebata birêz akamesiyen Kunik ya bi navê „Essai pour éclairir, au moyen de l’histoire comparée, la question de l’influence des Iraniens sur les destiées de la race sémitiques“1
xwend, kifşkirina vî tiştî êdî li min giran nebû. Digel ku xebata navê wê derbas bû, tenê bi pêşgotinekê li ser beşên etnografîk-dîrokî yên berhema Chwolsohn -ya li ser Sabiîyan- disekinî û nivîskarê wê tenê bi gotinên manedar û îmayan qîma xwe dianî, dîsa jî min bi gelek awayan jê îstifade kir. Me’neya dîrokî ya Îranîzmê di cîhanê de êdî bi min zelaltir bû û bi vê rê jî ez pê hêsiyam, ku ev noqte bi lêkolînên.
Primary Language | English |
---|---|
Journal Section | Translate |
Authors | |
Publication Date | December 30, 2018 |
Published in Issue | Year 2018 Volume: 3 Issue: 10 |
Nubihar Akademi is licensed under a Creative Commons Attribution-NonCommercial 4.0 International License (CC BY NC).