@article{article_857686, title={EDUCATION OF KURMANJI TECVİDNAMES IN MADRASAHS AND AN ANALYSISI ON “ZUBDETU’T-TECWÎD LI’T-TALIBI’L-MUSTEFÎD”A EBDURREHMAN EL-FARÛQÎ}, journal={Kurdiname}, pages={1–24}, year={2021}, author={Yıldız, Ayhan}, keywords={tecwid, tecwidname, kurmancî, dimilî, education madrasa}, abstract={Îlmê tecwîdê, ji duwazdeh îlmên ku di perwerdeya medreseyên kurmanc û dimilîyan de li Bakur hatine fêrkirin, li kêleka îlmên bingehîn ên Îslamî yên mîna rêzimana erebî, hedîs, tefsîr, fiqih, kelam, sîyer û tesewwufê cih girtîye. Herçiqas di nav kitêbên rêzê de ev şaxê îlim cih nagire jî, mîna Mewlûda Bateyî, Necu’l-Enama M. Xelîlê Sêrtî, û Nûbihara Xanî, di destpêka perwerdeyê de hatîye hînkirin. Digel ku muderris û alimên kurmanc û dimilîyan gelek kitêbên mezin di biwarê zanistên Îslamî de bi zimanê erebî û carinan jî bi kurmancî û dimilî nivîsîne jî, hejmara kitêbên têkildarî îlmê tecwîdê li ber wan gelek kêm e. Lewre di vê lêkolînê de me hinek cih da lêgerîn û nîqaşa li ser rewşa wan a di perwerdeya medreseyên Bakur de û ew nirxandin. Di nav van berhemên têkildarî îlmê tecwîdê de Zubdetu’t-Tecwîd li’t-Talibi’l-Mustefîd”a Ebdurrehman el-Farûqî bi raburdûya dîrokî, teşe, naverok û zimanê xwe hêjayî lêkolîn, nîqaş û analîzê ye. Lewre di vê gotarê de piştî ku me hinek agadarî li ser tecwîdnameyên menzûm û mensûr ên kurmancî berhev kirin, me ev berhema navbihurî da ber xwe û li ser wê kûr bûn.}, number={4}, publisher={Osman ASLANOĞLU}