“Edebiyata zarokan” wekû qadeke lêkolînê ya dilkêş xuya dike; ji ber ku pirtûkên zarokan bi giranî bala gûrûyên rewşenbîr û çandî nekişandiye; ji “mecbûriyet”ên wekû “em divê derheqê wan de çi bifikirin, çi bibêjîn” (xuya ye ku) bi bextewarî azad e. Herwiha ji bo gelek xwînerî, pirtûkên zarokan meseleyeke zewqên şexsî ye û ew jî dibe ku bê vê wateyê, belkî ew edebiyata rastîn e – lê heke ew “edebiyat” ji tekstên wisa pêk bê ku bala xwîneran bikişîne, wan biguherîne û di xwîner da bertekên bihêz pêk bîne.
Lê heke zewqa şexsî, ji bo lêkolînekê sedemeke neparêzbar xuya dike wê demê em dikarin li ser bandora pirtûkên zarokan a rasterast an jî nerasterast û a civakî, çandî û dîrokî bifikirin. Ew ji hêla perwerdehî û ticarî ve bi awayekî eşkere girîng in -encamên wan ên li seranserê çandê, ji ziman bigire heya siyasetê: piraniya mezinan û bê guman hema hema piraniya kesên di pozîsyona hêz û bandorê de ne, di zarokatiyê de pirtûkên zarokan dixwînin û ne mimkûn e ku îdeolojîyên di hundurê wan pirtûkan de ti bandorê li ser pêşketina wan nekiribe.
lê dîsa jî pirtûk hatin marjînalîzekirin. Axirî zarokatî rewşeke wisa ye ku em jê dûr dikevin; lê pirtûkên zarokan -ji nivîsînê heya weşanê û heya înteraksiyona wan a bi zarokan- qada wê grûba ku ji hêla çandê ve hatiye marjînalîzekirin, ango ya jinan e.
Lê teoriya edebî kêrî çi tê? Ma ew ê temîn bike ku zarokên me bistirên? [Ma ew ê strîna zarokên me temîn bike] Belkî na. Lê derheqê teoriya edebî de hinek têgihîştin dê îmkanê bide me ku em fem bikin ka wêjeya em pêşkêşî zarokên xwe dikin, çawa dixebite. Di heman demê de bi saya wê, dibe ku em bi metnên li dora xwe têkiliyekê saz bikin û wekû xwînerên ciwan ên metnan, berdewamî strînê bikin, her çend ew stran ji yên ku em dibêjin mezintir (mature) bin jî. Heya ku em strînê bidomînin, şansekî me heye ku em ruhê xwe yê stranbêjiyê bigihînin kesên ku em hîn dikin.
(McGillis 1996: 206)
“Edebiyata zarokan” wekû qadeke lêkolînê ya dilkêş xuya dike; ji ber ku pirtûkên zarokan bi giranî bala gûrûyên rewşenbîr û çandî nekişandiye; ji “mecbûriyet”ên wekû “em divê derheqê wan de çi bifikirin, çi bibêjîn” (xuya ye ku) bi bextewarî azad e. Herwiha ji bo gelek xwînerî, pirtûkên zarokan meseleyeke zewqên şexsî ye û ew jî dibe ku bê vê wateyê, belkî ew edebiyata rastîn e – lê heke ew “edebiyat” ji tekstên wisa pêk bê ku bala xwîneran bikişîne, wan biguherîne û di xwîner da bertekên bihêz pêk bîne.
Lê heke zewqa şexsî, ji bo lêkolînekê sedemeke neparêzbar xuya dike wê demê em dikarin li ser bandora pirtûkên zarokan a rasterast an jî nerasterast û a civakî, çandî û dîrokî bifikirin. Ew ji hêla perwerdehî û ticarî ve bi awayekî eşkere girîng in -encamên wan ên li seranserê çandê, ji ziman bigire heya siyasetê: piraniya mezinan û bê guman hema hema piraniya kesên di pozîsyona hêz û bandorê de ne, di zarokatiyê de pirtûkên zarokan dixwînin û ne mimkûn e ku îdeolojîyên di hundurê wan pirtûkan de ti bandorê li ser pêşketina wan nekiribe.
lê dîsa jî pirtûk hatin marjînalîzekirin. Axirî zarokatî rewşeke wisa ye ku em jê dûr dikevin; lê pirtûkên zarokan -ji nivîsînê heya weşanê û heya înteraksiyona wan a bi zarokan- qada wê grûba ku ji hêla çandê ve hatiye marjînalîzekirin, ango ya jinan e.
Primary Language | Kurdi |
---|---|
Subjects | Kurdish Language, Literature and Culture |
Journal Section | Translation |
Authors | |
Translators | |
Early Pub Date | January 31, 2025 |
Publication Date | January 30, 2025 |
Submission Date | October 23, 2024 |
Acceptance Date | December 9, 2024 |
Published in Issue | Year 2025 Issue: 18 _ Çocuk ve İlkgençlik Edebiyatı Özel Sayısı_Jimara Taybet ya Edebîyata Zarok û Nûciwanan_Special Issue of Children’s and Youth Literature |
Artuklu Kurdology is licensed under Creative Commons Attribution-NonCommercial 4.0 International.
PUBLISHER | JOURNAL BOARDS | INDEXES | PRICE POLICY | STATISTICS | MIAR