Ev nivîsar lê dixebite ku bi kurtasî toponomiyê pênase bike û pêwendiya wê
ya ligel çend faktorên din yên wekî ziman, dîrok, zanista siyasetê, bîra hevpar
û polîtîkayên cihwarnavan (placenames) yên desthilatdariyê nîqaş bike. Navên
toponomîk beşeke muhim ya kelepûr û bîra hevpar ya neteweyekê pêk tînin.
Wekî binbeşeke toponomiyê, mîkrotoponomî navên erdnîgarî yên biçûktir lê
dikole, bo nimûne, navên dehl, newal, gir, çiya, kaniyan.
Di pêwenda navên mîkrotoponomîk de yên li Gundê Qopiza Jorîn (navê
fermî: Yukarıkopuz) a ku li ser navçeya Zêtka ya Agiriyê ve ye, ev xebat piştî
di derbarê paşxaneya guherîna cihwarnavên kurdî yên li Tirkiyê de zanyariyên
gelemper berpêş dike, bi bergeheke zimannasiyê ve, navên mîkrotoponomîk yên
herêmî raber dike û hewl dide çend navên berhevkirî yên bi kurdiya kurmancî
ku dikarin wekî termên erdnîgarî bêne nirxandin, berçav bike.
Primary Language | Kr |
---|---|
Journal Section | Makaleler |
Authors | |
Publication Date | October 31, 2015 |
Published in Issue | Year 2015 Volume: 1 Issue: 2 |