Zûgotinok an bi navekî din çîvanok, di nava edebiyata gelêrî de weke çîrok, çîrçîrok, mamik, qewlêrk, zêmar û hwd. cureyeke serbixwe ye. Zûgotinok, herî zêde di folklora zarokan de cih digire û bêhtir ji bo xweşdemborî, xweşaxaftin, hilbijartina pîrikên lehîstikan û her wiha di çîrçîrokan de têne bikaranîn. Di edebiyata Kurdî de, nemaze ya gelêrî de, xebatên wekî şîrove, lêkolîn û lêgerînê hê jî nehatiye asteke bilind. Ji ber vê yekê di vê xebatê de hewl hatiye dayin ku, li ser zûgotinokên Kurdî xebateke lêkolînê bê dayîn û bi vî awayî kêmasiyek bê dagirtin. Bi vê hizirînê li ser pênase, taybetmendî û senifandina zûgotinokan hate rawestin û her wiha piştre jî hin xalên girîng, wekî mijar û rêbazên vegotina zûgotinokan hate niqaşkirin.
Journal Section | Makaleler |
---|---|
Authors | |
Publication Date | June 30, 2017 |
Published in Issue | Year 2016 Volume: 2 Issue: 3 |