Di vê gotarê de em di devoka zazakî ya Gimgimê de li ser mijara fonolojîyê rawestîyan. Me xwest ku em dîyar bikin bê ka di devoka Gimgimê de çend deng hene, çend deng dengdêr in, çend deng nedengdêr in, deng çawa diguhere, çawa racidive, çawa dikeve. Derbarê fonolojîya zazakî de xebatên serbixwe pir kêm in. Yên li ser fonolojîya devokan jî hîn kêmtir in. Divê di vî warî de xebatên taybet bên kirin. Belkî bi vî awayî standardîzekirina zazakî hêsan dibe.
Journal Section | Makaleler |
---|---|
Authors | |
Publication Date | June 30, 2017 |
Published in Issue | Year 2017 Volume: 3 Issue: 5 |