Di nav ‘ilmên Îslamî yên mîna tefsîr, kelam, hedîs, qira‘et û usûlên wan de, ‘ilmê fiqihê ango ‘ilmêhal jî wek ‘ilmekî esasî cih girtiye. ‘Ilmê fiqihê, di edebiyatên rojhilatê yên klasîk de ji bo perwerde û teblîxa dînê Îslamê bûne wek çavkanî. Berhemên ku di edebiyata klasîk de bi vê mebestê hatine nivîsîn wek “fiqihname” hatine binavkirin. Di fiqihnameyan de mijarên Îslamî ên ferdî û civakî ên ku vabestê hukmeke emelî ne, bi zimaneke edebî û bi şêwazeke dîdaktîk tên nivîsîn. Ev cure berhem bi gelemberî menzûm in û di şiklê mesnewiyan de ne. Mijara xebata me jî li ser fiqihnameyeke kurmancî ye ku ji aliyê nivîskareke kurmanc, Şêx Muhemmed Emînê Heyderî ve hatiye nivîsîn. Ev fiqihname wek destxet di erşîva Mehmet Zahir Ertekin a taybet de heye. Me jî vê fiqihnameyê ji tîpên erebî latînîze kir û di bin van beşan de vekola: 1-Destpêk, 2-Navê Berhemê û Nusxeyên Wê, 3-Muellifê Berhemê, 4-Tarîxa Nivîsandina Berhemê û Sebebê Te’lîfa Wê, 5-Taybetmendiyên Teşeyî yên Berhemê, 6-Naveroka Berhemê, 7- Ziman û Şêwaza Berhemê û 8-Beşa Transkrîba Metnê.
‘Ilmê Fiqihê Fiqihnameyên Kurmancî ên Menzûm Heyderî Destxet Transkrîb
Birincil Dil | Türkçe |
---|---|
Bölüm | Makaleler |
Yazarlar | |
Yayımlanma Tarihi | 20 Aralık 2020 |
Yayımlandığı Sayı | Yıl 2020 Cilt: 6 Sayı: 12 |