Di Dengbêjiyê De Li Dor Temaya Şer û Kuştınê Nirxandina Kilamên Şînê
Abstract
Çanda dengbêjiyê ji berê heta niha hestên civaka Kurdan îfade kiriye. Yek ji van hestên ku em di kilamên dengbêjan de rast tên hesta xemgîniyê ango şînê ye. Peyva şînê, di çanda Kurdan de ji bo qewimînên xembar û dramatîk tê gotin.
Şîndanîn/şîngirtin/şîngirêdan di nav Kurdan de wek rîtûel xwediyê hinek taybetmendiyan e. Lê, vekolîna van taybetyan li derveyê sînorê vê xebatê ye. Şîn, herçend bi qewimînên kuştin û mirinê re têkildar be jî em dibînin ku di kilamên dengbêjan yên evînî, şer û lehengî de jî hestên xembarî û şînê dertên beriya me. Li kêleka van em dibînin ku li ser bûyerên xwezayî yên wek erdhejê ku di bîra civakê de mane jî kilam hatine gotin.
Dengbêj bi saya zimanê hestiyar û şêweya xwe bûyerên xembar estetîze dike û pêşkeşî bîra civakê dike. Di vê xebatê de armanca me ew e ku em di kilamên dengbêjiyê yên ku behsa şer û kuştinê dikin de li taybetiyên temaya şînê bigerin. Herwiha di vê xebatê de em dixwazin di kilamê şer û kuştinê de hêmanên hevpar peyda bikin. Di vê xebatê de em ê lêbikolin gelo di kilamên şînê de dengbêj ji aliyê vegotinê ve rêbazekî çawa diceribînin û di honaka kilameke xemgîniyê de kîjan hêmanan diemilînin. Ji bo vê xebatê me şeş kilam bijartin ku mijara wan ya ewil şer û kuştin e. Kilamên ku me deşîfre kirine ev in: Şahîno, Qasimo, Silêmanê Emer, Bavê Koroxlî, Hesenê Mala Mûsa û kilamek Huseyno ku li ser kuştina leşkerekî Gimgimê hatiye gotin.
Keywords
References
- Allison, C, (2007), Yezidi Sözlü Kültürü, Avesta Yayınları, İstanbul.Alkar, R, (2012), “Dengbêjlik Geleneği ve Toplumsal Cinsiyet: Midyat Örneği”, Dokuz Eylül Üniversitesi, Uluslar Arası Kadın Konferansı: Farkındalık ve Özgürleşme Sempozyumu, İzmir.Çifçi, T, (2013), Di kilamên Kurdî de “Gazin”, Nûbihar, hej:123, İstanbul-----------(2013), Di Kilamên Dengbêjan de Porbirrîn /Gulîbirrîn, hej: 125, Nûbihar, İstanbul.---------- (2014), Kilam û Jin, Nûbihar, İstanbul.Farqini, Z, (2011), Ferheng Kurdî-Tirkî, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Stenbol.Gürür, Z, (2014), Dengbêjî Di Peywenda Patronajê De, Mardin Artuklu Üniversitesi, Yaşayan Diller Enstitüsü Yayımlanmamış Yüksek Lisans Tezi, Mardin.Hamelink, W, Barış, H, (2014), Dengbêj Di Sînoran De: Sînor û Dewlet Bi Nêrîna Kilam-Bêjên Kurd, Wêje û Rexne, hej:3, İstanbul. Işık, A, (2009), Sözlü Tarih ve Kürtlerde Sözlü Tarih Çalışma Örnekleri, Toplum ve Kuram Dergisi, Sayı,2 ss: 174-194, İstanbul.Kardaş, C, (2017), Âşığın Sazı Dengbêjin Sesi, Eğiten Kitap Yayıncılık, Ankara.Kaya, D, (2014), Anonim Halk Şiiri, Akçağ Yayınları, Ankara.Kızıldemir, Z, (2002), Kürt Halk Şarkılarının Sosyal İşlevi, Kürt Müziği, Dansları ve Şarkıları, (Haz: Mehmet Bayrak), Özge Yayınları, Ankara.Sanders, B, (2016), Öküzün A’sı. (Çev: Şehnaz Tahir). İstanbul. Ayrıntı Yayınları.Taş, F, (2015), Dengbêjlik Geleneği ve Dönüşümler. Ankara Üniversitesi, Sosyal Bilimler Enstitüsü Yayımlanmamış Yüksek Lisans Tezi, Ankara. Ong, Walter J, Sözlü ve Yazılı Kültür, Metis Yayıncılık, İstanbul.Özagaçhanlı, Z, (2012) Kürtlerde Sözlü Kültür ve Hikâye Anlatıcılığı: Dengbejlik Geleneği, Kimlik, Kültür ve Değişim Sürecinde Osmanlı’dan Günümüze Kürtler Uluslararası Sempozyumu, Bingöl.
