Ergativity is a grammatical pattern used in linguistics since the beginning of the 20th century and has
still been under discussion. This study deals with the ergativity in Kurmanji Kurdish and deviations from the
canonical pattern. Dixon (1994: 2) claims that almost a quarter of the languages spoken around the world
highlight ergativity however according to Kareem (2016: 91) not even one of them is morphologically and
syntactically purely ergative but instead all of them show both ergative and accusative features. Kurmanji
Kurdish is a good example of this case. Because it is ergative with transitive verbs in past tenses but it has
Ergativity Kurmanji Kurdish Past Tenses Transitive Verbs Deviation from canonical ergativity
Mijara vê xebatê ergatîviya kurdiya kurmancî û hin rewşên awarte yên ergatîviya vî zimanî ye. Ergatîvî diyardeyeke rêzimanî ye ku tevî ku di serê sedsala 20an de di qada zimannasiyê de cihê xwe girtiye hê jî tê nîqaşkirin. Li gorî Dîxon (1994) tenê bi qasî çarêka hemû zimanan avahiya ergatîvî dihundirînin. Lê li gorî Kareem (2016) di nav van zimanan de yek jî tune ye ku bi her alî û awayên xwe ve ergatîviyeke safî û xwerû bihundirîne. Lêbelê gişt di nav xwe de taybetiyên ergatîv û akûzatîv bi hev re dihewînîn û ergatîviya her yekê jî ji hev cûda ye. Herwiha digel ku biyaniyan, her wekî Bynon (1979), bi dehan salan berî rêzimannasên kurdan behsa ergatîviya kurmancî kirine jî têgiha ergatîv hema bêje nuh ketiye pirtûkên rêzimana kurdî. Her çiqas ev mijar di kurdiya nivîskî de rûniştibe jî, taybetmendî û rewşên awarte yên ergatîviya kurmancî hê jî bi temamî nehatîne zelalkirin û di nivîsên gelek kesan de, hin nivîskar û zimannas jî di nav de, şaşiyên ergatîviyê berbiçav in. Di vê gotarê de jî me hewl da ku em hin rewşên awarte yên ergatîviya kurmancî nîşanî xwîneran bidin.
Mijara vê xebatê ergatîviya kurdiya kurmancî û hin rewşên awarte yên ergatîviya vî zimanî ye. Ergatîvî diyardeyeke rêzimanî ye ku tevî ku di serê sedsala 20an de di qada zimannasiyê de cihê xwe girtiye hê jî tê nîqaşkirin. Li gorî Dîxon (1994) tenê bi qasî çarêka hemû zimanan avahiya ergatîvî dihundirînin. Lê li gorî Kareem (2016) di nav van zimanan de yek jî tune ye ku bi her alî û awayên xwe ve ergatîviyeke safî û xwerû bihundirîne. Lêbelê gişt di nav xwe de taybetiyên ergatîv û akûzatîv bi hev re dihewînîn û ergatîviya her yekê jî ji hev cûda ye.
Herwiha digel ku biyaniyan, her wekî Bynon (1979), bi dehan salan berî rêzimannasên kurdan behsa ergatîviya kurmancî kirine jî têgiha ergatîv hema bêje nuh ketiye pirtûkên rêzimana kurdî. Her çiqas ev mijar di kurdiya nivîskî de rûniştibe jî, taybetmendî û rewşên awarte yên ergatîviya kurmancî hê jî bi temamî nehatîne zelalkirin û di nivîsên gelek kesan de, hin nivîskar û zimannas jî di nav de, şaşiyên ergatîviyê berbiçav in. Di vê gotarê de jî me hewl da ku em hin rewşên awarte yên ergatîviya kurmancî nîşanî xwîneran bidin.
Primary Language | Kurdi |
---|---|
Subjects | Linguistics |
Journal Section | Research Articles |
Authors | |
Publication Date | April 29, 2020 |
Submission Date | February 10, 2020 |
Published in Issue | Year 2020 Issue: 2 |