Öz
Kurte
Paşgira partîsîp di kurmancîyê da, ne tenê formên nominal yên rengdêrî çêdikin, lê di avakirina hin raweyên ragihandinê, dananî û mercî da jî dihê bikaranîn. Ev xebat, li ser bikaranîna paşgirên partîsîp “-i” û “-î”yê disekine ku di dema borî ya temam, borîya dûr, dahatîya temam û borîyên raweya dananî û mercî da dihên bikaranîn. Di gelek xebatên rêzimanî da ev paşgir wekî paşgirên partîsîp nehatine hesibandin û binavkirin û bi vê ve girêdayî jî formulasyona çêkirina van raweyan, rast nehatîye nirxandin.
Di gotarê da, rola bikaranîna van paşgiran ya di çêkirina raweyên ragihandinê û dananî û mercî da hatîye nirxandin û di çarçoveya rêzimana formel da, formulekirina wan ji nû ve hatîye kirin.
Bêjeyên sereke: Rêzimana kurmancî, paşgirên partîsîp, morfolojîya lêkerî, rawe, rêzimana formel
THE ROLE OF PARTICIPLE SUFFIX IN THE CONSTRUCTING OF INDICATIVE, SUBJUNCTIVE AND CONDITIONAL MOODS
Abstract
The participle suffixe in Kurmanji is not only limited to form nominal adjectives but it is also used to construct some of indicative, subjunctive and conditional moods. This study deals with the participle suffixes of “-i” “û” and “-î” which are used in the tenses as present perfect, past perfect, future perfect and past form of subjunctive and conditional moods. In many grammatical studies these suffixes are not clearly seen and identified as participle suffixes and for that reason the formulations of their formation are not evaluated rightly.
In this article, the role of these suffixes in the formation of the indicative, subjunctive and conditional moods is discussed and in the frame of formal grammar their formulation is reconstructed.
Key words: Kurmanji grammar, verbal morphology, participle suffixes, mood, formal grammar