Öz
Dîroka Rojnamegerîya Dîyarbekîrê di sala 1869 an de bi navê Dîyarbekîr
Vîlayet Gazetesî (Rojnameya Wilayetê Dîyarbekîr) dest pê dike û heta bigehe vî
demê berdewam dike. Dîroka Rojnamegerîya Dîyarbekîrê bi 2 dewran tê lêkolînkirin. a)
Dewra Dewleta Osmanî û b) Dewra Komara Tirkîye. Em di nav gotarîya xwe de behsa
Dewra Osmanî bikin û ser vî babetê, rojnameyên ku li nav bajarê Amedê hatine çapkirin
wek Dîyarbekîr, Peyman, Dîcle, Âmîd-i Sevda, Âmîd, Küçük Mecmua, Yenî Dîcle, Yenî
Hîlal emê pêşkeş bikin. Piranîya wan rojnameyan bi zimanê Tirkî lê bi tîpên Erebî hatine
çapkirin. Ji bilî (xeynî) rojnameya yekemîn (Dîyarbekîr) ku ew bi destê dewletê hatîbû
çapkirin, nivîsên wan rojnameyan bi zimanên gelanin. Ne bi zimanêkî hûnerî hatibû xemiland
lê zimanekî pirr sade û basît hatibû bikaranîn. Piranîya wan rojnameyên husûsî
/ taybetî bûn û bi destê malbatên mezin û yên bi nas de bûn.