Research Article

Ji Perspektîfa Teoriya Polîsîstemê Rol û Karîgeriya Wergêranê di Geşedana Edebiyata Kurdî da

Volume: 12 Number: 1 April 30, 2024
EN KU TR

Ji Perspektîfa Teoriya Polîsîstemê Rol û Karîgeriya Wergêranê di Geşedana Edebiyata Kurdî da

Öz

Teoriya polîsîstemê teoriyek e ku wergêranê di peywenda çandê da vedikole. Li gor teoriya polîsîstemê çand ji gelek sîsteman pêk hatiye. Edebiyat jî di nav wan sîsteman da sîstemeke pir-tebeqeyî (multi-layered), yanî polîsîstemek e ku ji gelek sîstemên edebî pêk hatiye. Wergêrana edebî yek ji wan sîsteman e ku polîsîstema edebiyatê ava dikin. Wergêrana edebî di înşa, şêwegirtin û geşedana polîsîstema edebiyatê da xwedî roleke diyarker e. Di vê gotarê da, di peywenda van agahiyan da me bala xwe da wergêrana kurdî ya edebî û rol û giringiya wergêranê di derçûn, şêwegirtin û geşedana edebiyata kurdî da. Vekolîn, bi wergêran û edebiyata kurdiya Bakur (kurmancî) hate bisînorkirin ku qonaxên edebiyata kurdî ya Sovyet, Hawar, Swêd û Bakur vedigire. Di encamê da hate dîtin ku ji destpêka edebiyata kurdî ya modern heta niha di şexsiyeta nivîskarên kurd ên sereke û pêşeng da wergêran bûye qadeke ceribîner bo wergirtina zimanê edebî, berfirehkirina sînor û derfetên kurdî, keşifkirina dewlemendî û potansiyela kurdî. Herweha wergêran bo wergêrên kurd bûye zemîneke tecrubekirin û pratîzekirina nivîsandinê, dergeheke derbasbûyînê ji wergêriyê ber bi berhemdayînê yan jî qadeke xurtkirina nivîskariyê. Ev jî destnîşan dike ku bi taybetî di peywenda zimanî û tecrubeya nivîskariyê da rol û karîgeriyeke erênî ya wergêranê çêbûye di geşedana edebiyata kurdî ya modern da.

Anahtar Kelimeler

References

  1. Aydoğan, M. (2001). Berê Gotin Hebû. Stenbol: Doz.
  2. Aytaç, G. (2009). Karşılaştırmalı Edebiyat Bilimi. İstanbul: Say.
  3. Azereng, E. (1378 (1991). Şemme-yî ez Ketab, Ketabxane ve Neşr-i Ketab. Tehran: Neşr-i Ketabdar.
  4. Azereng, E. (1400 (2021). Tarîx-i Tercume der Îran. Tehran: İntişarat-i Qoqnûs.
  5. Bay Gülveren, Ö (2019). Yazın Çevirisi ve 19. Yüzyıl Roman Çevirilerinin Türk Yazınına Etkisi. Doğubatı. j. 88, (42-63). Ankara.
  6. Bayram, M. (2019). Li Hollandayê ‘Şevên Zivistanê’ dê dest pê bike, yek ji beşdaran Kawa Nemir e. (Dîroka Ragihaniyê: 20.04.2023).https://m.bianet.org/kurdi/print/204464-li-hollandaye-seven-zivistane-de-dest-pe-bike-yek-ji-besdaran-kawa-nemir-e.
  7. Bedir-Xan, C. A. (1998). Qurd û Qurdistan Bi Çavê Biyaniyan 1. Firat Cewerî (amd), Hawar 1 hejmar 1-23 (1932-1933). (383-384). Stocholm: Nûdem.
  8. Cewerî, F. (amd.) (1996). Nûdem Werger, 1/1.

Details

Primary Language

Kurdish

Subjects

Kurdish Language, Literature and Culture

Journal Section

Research Article

Publication Date

April 30, 2024

Submission Date

June 2, 2023

Acceptance Date

April 5, 2024

Published in Issue

Year 2024 Volume: 12 Number: 1

APA
Kan, G. (2024). Ji Perspektîfa Teoriya Polîsîstemê Rol û Karîgeriya Wergêranê di Geşedana Edebiyata Kurdî da. Anemon Muş Alparslan Üniversitesi Sosyal Bilimler Dergisi, 12(1), 33-49. https://doi.org/10.18506/anemon.1309174

Cited By