Research Article

Nû-varyanteke Mem û Zînê ya Dengbêjê Elaşgirî Kazoyê Garisya: Nirxandineke Pêwendî û Bernivîsandin

Volume: 12 Number: 3 December 30, 2024
EN TR KU

Nû-varyanteke Mem û Zînê ya Dengbêjê Elaşgirî Kazoyê Garisya: Nirxandineke Pêwendî û Bernivîsandin

Öz

Di vê xebatê de nû-varyanteke destana Mem û Zînê ya Dengbêjê Elaşgirê Kazoyê Garisya û hevalê wî Dengbêj Dursin tê vekolîn ku di şeveke dawetê de ji bo cimaeteke mêvan û dengbêjan hatiye îcrakirin. Ev xebat, danûstandin, tevkariya cimaeta hazir û guhdar û reaksiyonên wan ên li ser qeyda deng a destanê paşguh nake û pêwenda çandî û rewşî ya performansa dengbêj(an) dinirxîne. Bi vî karî, ev xebat ji bernivîsandê wêdetir, lê dixebite bizane bê ka xwezaya dînamîk û paşxaneya çandî û civakî ya performansa dengbêj çawa tesîrê li vegêrana wî/wan dike. Di vê xebatê de bernivîsandina metna destanê jî cih digire ku heta îro di arşîvan de mabû. Xwe bi spartina modela Lauri Honko ya “tekstûalîzasyon”ê re, ev xebat pêvajoya dînamîk a performansê û rehendên çandî û civakî yên pêwendê jî digire ber çavan û armanc û niyetên ku di pêvajoya bernivîsandina ji materyala devkî ber bi forma nivîskî jî vedikole. Di heman demê de, di pêvajoya bernivîsandinê de, bala xwe dide li ser destwerdan û pratîkên (rê)zimanî yên ku ji bo afirandina “metneke kamil” (master text) derdikevin pêş bi taybetî di berhevkirin û bernivîsandina destanên kurdî de. Bi vê mebestê, balê dikişîne ser rê û rêkareke bi baldartir ji bo çareserkirina meseleyên tevlihev ên bernivîsandina performansên kurdî ku wekî kaset berî wextan hatine tomarkirin.

Anahtar Kelimeler

References

  1. Ahmed A. (2007). Kilama Kurdî û Dengbêjiya Serhedê, Kovara Bîr, (7), rr. 228-244.
  2. Aras, A. (2018). Şairê Kurda yê Efsanewî: Evdalê Zeynikê. Stenbol: Nûbihar.
  3. Atlı, H. (2024). Destanên Kurdî ji Alîyê Taybetmendîyên Dirûvî ve. Şarkiyat (16) 1, 488-501.
  4. Attı, H. (2013). Lêkolîneke Folklorî li ser Destana Mem û Zînê. Mardin: Mardin Artuklu Üniversitesi. Teza Çapnebûyî ya Masterê.
  5. Behary. (2022, April 15). قاسمێ مەیرو، مەم و زین پارچا ئکێ، Qasmê maîro mam u Zîn parça êkê1 [Video]. YouTube. https://www.youtube.com/watch?v=OXSkqI9ZOBE
  6. Ben Amos, D. (1971). Toward a Definition of Folklore in Context, The Journal of American Folklore, (84), 331, 3-15.
  7. Bender, M. (2019). Master Texts, and Monuments: Long Narrative Poems of Ethnic Minority Groups in China." CHINOPERL: Journal of Chinese Oral and Performing Literature, (38) 2, 65–90.
  8. Berbir, H. (2007). Ji Dengbêj Fadilê Kufragî Destan û Çîrokên Kurdî. Ankara: Enstîtuya Kurdî ya Amedê.

Details

Primary Language

Kurdish

Subjects

Kurdish Language, Literature and Culture

Journal Section

Research Article

Early Pub Date

December 25, 2024

Publication Date

December 30, 2024

Submission Date

September 3, 2024

Acceptance Date

November 12, 2024

Published in Issue

Year 2024 Volume: 12 Number: 3

APA
Delikaya, Ö. (2024). Nû-varyanteke Mem û Zînê ya Dengbêjê Elaşgirî Kazoyê Garisya: Nirxandineke Pêwendî û Bernivîsandin. Anemon Muş Alparslan Üniversitesi Sosyal Bilimler Dergisi, 12(3), 1197-1226. https://doi.org/10.18506/anemon.1543219

Cited By