Di kurmancî de navdêr hem bi awayekî pêşnavdêrî hem jî paşnavdêrî tên modîfiyekirin. Ligel rengdêr, temamker, çendîker û frazên daçekî risteyên peywendiyê jî bi awayekî paşnavdêrî navdêran modîfiye dikin û ji ber ku risteyên peywendiyê gelek taybetiyên risteyeke resen di xwe dihewînin, rewşa wan bêtir komplîke ye. Bi taybetî dema ku di risteyên peywendiyê de dercihî û navdêrandin pêk tê, peyvrêziya wan jî diguhere û li gor rewşa fokûs, promosyon û demosyonê hin formên nû peyda dibin. Risteyên peywendiyê û ev rewşên peyvrêziya frazên navdêrî di vê xebatê de bi daneyên ji devoka Mêrdînê û bi perspektîfeke tîpolojîk hatine vekolan.
Journal Section | Makaleler |
---|---|
Authors | |
Publication Date | December 30, 2016 |
Published in Issue | Year 2016 Volume: 2 Issue: 4 |