Piştî sala 1991ê, di nav sînorên Komara Tirkiyeyê (K.T) de gelek kovar û rojnameyên bi Kurdî diweşin. Hin ji wan rengê xwe didin ser pêşketina ziman û wêjeya Kurdiya Kurmancî. Kovara Rewşenê ya yek ji wan weşînekan e ku di sala 1992yan de dest bi derçûnê dike û hewla bipêşxistina Kurdiya Kurmancî dide. Kovara Rewşenê, di perîyoda derçûna xwe de, bi rabûneke fêrgehî, dikeve nav hewldana cîbicîkirina ziman û wêjeya Kurdiya Kurmancî ku ji ciyê xwe şiqitiye û dûr ketiye. Û di heman demê de, bi nivîsarên ku di kovarê de weşiyane, nîşan dide ku Kurdiya Kurmancî xwedî kelepûreke wêjeyî ya klasîk û folklorî ye û dikare di asteke rasertir û di şûngeha wêjeya modern de jî were nimandin û temsîlkirin.
Primary Language | Turkish |
---|---|
Journal Section | Makaleler |
Authors | |
Publication Date | June 14, 2020 |
Published in Issue | Year 2020 Volume: 6 Issue: 11 |