Ziman ew amûr e ku têkilîya mirovan bi civakê û sazgehên civakê ra dadiîne. Perwerdehî jî amadekirina mirovan ji bo civakê û pêdivîyên civakê ye. Bê guman, perwerdehî wexta bi zimanê civakê bê kirin hêja û bi kêrhatî ye. Lê mixabin li Tirkîyeyê her sal bi milyonan zarok bi zimanekî ku ji zimanê wan yê zikmakî cudatir perwerde dibin. Ev pêvajo jî bi xwe ra gelek pirsgirêkan diîne. Em ê bi vê lêkolînê hewil bidin ku pirsgirêkên xwendekarên duziman yên ku bi zimanê ku ji zimanê zikmakî cudatir perwerde dibin û ji alîyê ragihandin, famkirin û axaftinê tesbît bikin.
Ev lêkolîn bi xwendekarên li Dêrika navçeya Mêrdînê ku di salên 2017-2018an da diçûn pola yekem ya dibistana seretayî hatîye sînorkirin. Lêkolîn bi rêya forma hevdîtînê ku hatîye amadekirin hatîye kirin. Ev hevdîtin bi 24 mamosteyên pola yekem ku 12 jê zimanê wan yê zikmakî kurdî, 11 jê zimanê wan yê zikmakî tirkî û yek jî zimanê wê yê zikmakî erebî bû hatîye kirin.
Primary Language | Kurdi |
---|---|
Subjects | Language Studies |
Journal Section | Research Articles |
Authors | |
Publication Date | April 30, 2020 |
Published in Issue | Year 2020 Volume: 1 Issue: 1 |