The common language, which is formed thanks to the standard language, not only carries the culture of a nation to the next level for communication, but also increases the literacy rate, and inevitably, a great developoment is observed in publishing. Standardization, which could achieve a good result with state support and the establishment of commissions, developed in different ways for the Kurds. For example, a magazine took on this role. Celadet Alî Bedirxan carried out this “unofficial” commission with his friends in his journal Hawar. This magazine was the first Kurdish magazine to be published in the Latin alphabet and included dictionaries and grammar studies. A few spelling guides were published after Hawar magazine. One of them is Rêbera Rastnivîsînê, published by Komxebata Kurmancîyê. The aim of this study is to compare Hawar and Rêbera Rastnivîsînê in the terms of orthographic rules.
Zimanê hevpar ku bi saya zimanê standard çêdibe, ne tenê têkilî û danûstendinê hêsan dike, rê dide ku çanda gelekî bilind bibe, bi vê re girêdayî rewşa xwendewariyê jî zêde dibe û bivê nevê berhemdarî jî digihîje asta jortir. Standardîzasyona ku bi piştgiriya dewletê û avakirina komîsyonan encameke baş dide, li cem kurdan bi awayekî din, ango bi kovarekê çêbû. Celadet Alî Bedirxanê ku vî karê komîsyona “nefermî” girt ser milên xwe, bi hevalên xwe re kovareke nû ya bi navê Hawarê derxist ku alfabeya vê kovarê ya latinî bû, xebatên li ser ferhengê û rêzimanê jî tê de cih digirtin. Piştî Hawarê çend xebatên rastvîsê pêk hatin. Yek ji wan jî Rêbera Rastnivîsînê ya Komxebata Kurmancîyê ye. Armanca vê xebatê ew e ku em ji aliyê rastnivîsê ve Hawar û Rêbera Rastnivîsînê bidin ber hev.
Primary Language | Kurdi |
---|---|
Subjects | Language Studies |
Journal Section | Text Analysis |
Authors | |
Publication Date | June 30, 2022 |
Published in Issue | Year 2022 Volume: 3 Issue: 1 |