Kurdistan In the Shadow of History
Abstract
Bi
piranî nirxandin û danasîna pirtûkên nû tê kirin lê di vê nirxandinê de em dê
behsa pirtûkeke kevin bikin lewra ev pirtûk herçiqasî cara pêşî di 1997an de
hatibe çapkirin jî îro hîna haya gelek kurdan jê tuneye û ji ber ku li derve
hatiye çapkirin jî kurdên li Tirkiyeyê nikarin hêsanî bi dest bixin an jî
bidestxistina wê hinekî zehmet e. Tenê di destê hinek kesan de heye û loma divê
derbarê pirtûkê hinek agahî bi lêkolînerên sehayê û xwîneran re bên parvekirin.
Ev xebata ku em behsa wê dikin pirtûka Susan Meiselas e ku bi navê Kurdistan In the Shadow of History (Kurdistan
di bin Siya Dîrokê de) hatiye çapkirin. Çapa duyem ya pirtûkê di 2008an de
hatiye kirin û ez bawerim derbarê dîroka nêzîk a kurdan yek ji xebatên girîng e
û divê di pirtûkxaneya kesên ku li ser kurdolojiyê dixebitin de cih bigire. Ji
ber vê yekê jî li gorî min pêdiviyek bi nirxandin û danasîna pirtûkê heye. Ji
aliyekî din ve jî pêdivî bi nirxandin û danasîneke weha heye lewra ev xebata
wênekêşiyê bi wêneyên ku tê de cih digirin hafizeya sedsalî ya kurdan pêşberî
me dike. Bi gotineke din wêne ligel nivîsên tê de dîroka kurdan a sedsalî û
serboriyên wan, di serê me de zindî dikin.
Keywords
References
- Susan Meiselas, (2008). Chicago & London, University of Chicago Press, XVII+402 + 549 (werger), Îspanya, çapa 2em.
Details
Primary Language
English
Subjects
-
Journal Section
Book Review
Authors
Necat Keskin
*
Türkiye
Publication Date
August 25, 2018
Submission Date
April 21, 2018
Acceptance Date
May 12, 2018
Published in Issue
Year 2018 Volume: 4 Number: 2