Kurte
Helbestên Melayê Cizîrî wekî tên
zanîn him ji aliyê wateyê ve him jî ji aliyê bikaranîna zimên ve gelek bi hêz
in. Loma armanca vê gotarê, nîşandayîna bikaranîna zimên e ku ev jî bi
hilbijartina peyvên rengrdêran e. Rengdêr wekî tên zanîn maneya peyvan di pênasekirinê
de bi awayekî zelal û bi bandoreke berfireh dide vegotin. Di analîza 75 heb
helbestên di dîwanê de, tiştên girîng di warê rêziman, peyvsazî û wateyê de
hatine nirxandin û nêrinek giştî hatîye bidestxistin û şîrovekirin. Ji bona
piştrastkirina binbeşan, herî kêm 2 yan jî 3 mînak hatine hilbijartin û dayîn.
Wekî encam, mirov dikare bi rehetî îddîa bike ku bikaranîna rengdêran bandora
helbestan rengîntir kiriye û tahmek jêneger daye xwendevanên helbestan.
Primary Language | Turkish |
---|---|
Journal Section | 2018 / 2-1 |
Authors | |
Publication Date | June 8, 2018 |
Submission Date | May 1, 2018 |
Published in Issue | Year 2018 Volume: 2 Issue: 1 |
Kadim Akademi SBD is licensed under Creative Commons Attribution-NonCommercial 4.0 International (CC BY-NC 4.0).