Research Article

Navê Cihan, Mekanên Bîrê û Geliyê Zîlan di Çanda Dengbêjiyê de

Volume: 15 Number: 1 May 30, 2024
EN KU TR

Navê Cihan, Mekanên Bîrê û Geliyê Zîlan di Çanda Dengbêjiyê de

Abstract

Dengbêj bi deng û şêwazên xwe yên taybet, fenanî dîroknasên devkî ji repertuarên xwe yên berfireh ên li dor babetên cihêreng ên wekî evîn, şer, qehremanî û hwd. qewamên giring ên raboriyê vedigêrin û bi vî karî ew dibin hilgirên herî berçav ên çanda devkî ya kurdî. Kilam, vegêrana helbestî ya dengbêjan xwedî wê şiyanweriyê ne ku gewherê wan qewaman biparêze ku ew di bîra civakî ya kurdî de bi giringiya xwe berçav in û wan bîne destedewrî nifşên siberojê bikin. Ev xebat bala dilê xwe berdide ser kilama “Geliyê Zîlan” ya Dengbêj Reso (1902-1983) û kilama “Keremê Elî” ya ku ji aliyê Dengbêj Nuroyê Meter (1941-2020) ve hatiye îcrakirin û temsîlên çandî û dîrokî yên herdu kilaman derdixe mexderê ku bi nav û nîşanên erdê ve hatine nitirandin. Di çarçoveya van herdu kilaman de ev xebat balê dikişîne ser girîngiya navên cihan ên di vegêranên devkî yên kurmancî de ku gelek caran di kilamên dengbêjan de cih digirin û bi wateyên xwe yên sembolîk derdikevin pêş. Dengbêj bi rêya nîşan û temsîlên mekanî hewl didin ku hafizeya li dor mekan avabûyî zindî bihêlin û li hemberî kiryara jibîrkirinê berxwedaneke xurt a vegêranî biafirînin, bi vî rengî kilam ji vegêraneke helbestî ber bi dîrokbêjiyeke dijber û alternatîf vediguherin. Herwiha ew destnîşan dikin ku cih û warên bi rengekî di kilaman de cih digirin, rengvedanên rastiya civakî vedigêrin ku ew wekî ‘mekanên bîrê’ [lieux de mémoire] qewama raboriyê bergewde dikin. Ev mekanên bîrê ne tenê rê û rêkarên alternatîf ên bibîrxistinê pêşkêş dikin ku civat bi wan bi rengekî berxwedêr lê dixebite ku raboriya xwe ya hevpar bi cemawerî bi bîr bîne, ew herwiha bi bîrê re têkildar, nav û îşaretên mekanî, ango ‘kilamxane’yên sembolîk/devkî ava dikin ku meriv dikare di dewsa mûzexaneyan de bihesibîne. Di çarçoveya xebata berdest de, bi nêrîneke multîdîsîplîner ji bo ku tevkariyê li nirxandina naveroka herdu kilaman bike ji lîteratura dîroka devkî ya derheq Zîlanê de hate istifadekirin û piştî Zîlanê kiryara ji nû ve binavkirina hin der û deveran bi amanca bîranînê (commemorative place naming) û fonksîyona vê navguhertinê ji bibîrxistina qewamê hate nîqaşkirin.

Keywords

References

  1. Alakom, R. (2020). Hoybûn Örgütü ve Ağrı Ayaklanması. İstanbul: Avesta.
  2. Alderman, D. H. (2000). New Memorial Landscapes in the American South: An Introduction, The Professional Geographer, 52(4), 658–660.
  3. Aras, A. (2018). Şairê Kurda yê Efsanewî: Evdalê Zeynikê. Stenbol: Nûbihar.
  4. Aslan, M. (2022). Analîza taybetmendîyên hunera dengbêjîyê, Folklor û Ziman, 3(1), 39-66.
  5. Azaryahu, M. (2009). Naming the Past: The Significance of Commemorative Street Names, in Berg L. D. and Vuolteenaho, J. (eds) Critical Toponymies: The Contested Politics of Place Naming. Aldershot: Ashgate, 53–70.
  6. Basso, K. (1996). Wisdom sits in places: Landscape and language among the Western Apache. Albuquerque: University of New Mexico Press.
  7. Blumenfeld, E. R. (2011). Poetry of witness, survivor silence, and the healing use of the poetic, Journal of Poetry Therapy, 24(2), 71-78.
  8. Bretéque, E. A. D. L. (2012). Voices of sorrow: Melodized speech, laments, and heroic narratives Among the Yezidis of Armenia. Yearbook for Traditional Music, 44, 129–148.

Details

Primary Language

Kurdish

Subjects

Kurdish Language, Literature and Culture

Journal Section

Research Article

Publication Date

May 30, 2024

Submission Date

March 16, 2024

Acceptance Date

May 27, 2024

Published in Issue

Year 2024 Volume: 15 Number: 1

APA
Delikaya, Ö. (2024). Navê Cihan, Mekanên Bîrê û Geliyê Zîlan di Çanda Dengbêjiyê de. Mukaddime, 15(1), 15-40. https://doi.org/10.19059/mukaddime.1453602
AMA
1.Delikaya Ö. Navê Cihan, Mekanên Bîrê û Geliyê Zîlan di Çanda Dengbêjiyê de. Mukaddime. 2024;15(1):15-40. doi:10.19059/mukaddime.1453602
Chicago
Delikaya, Ömer. 2024. “Navê Cihan, Mekanên Bîrê û Geliyê Zîlan Di Çanda Dengbêjiyê de”. Mukaddime 15 (1): 15-40. https://doi.org/10.19059/mukaddime.1453602.
EndNote
Delikaya Ö (May 1, 2024) Navê Cihan, Mekanên Bîrê û Geliyê Zîlan di Çanda Dengbêjiyê de. Mukaddime 15 1 15–40.
IEEE
[1]Ö. Delikaya, “Navê Cihan, Mekanên Bîrê û Geliyê Zîlan di Çanda Dengbêjiyê de”, Mukaddime, vol. 15, no. 1, pp. 15–40, May 2024, doi: 10.19059/mukaddime.1453602.
ISNAD
Delikaya, Ömer. “Navê Cihan, Mekanên Bîrê û Geliyê Zîlan Di Çanda Dengbêjiyê de”. Mukaddime 15/1 (May 1, 2024): 15-40. https://doi.org/10.19059/mukaddime.1453602.
JAMA
1.Delikaya Ö. Navê Cihan, Mekanên Bîrê û Geliyê Zîlan di Çanda Dengbêjiyê de. Mukaddime. 2024;15:15–40.
MLA
Delikaya, Ömer. “Navê Cihan, Mekanên Bîrê û Geliyê Zîlan Di Çanda Dengbêjiyê de”. Mukaddime, vol. 15, no. 1, May 2024, pp. 15-40, doi:10.19059/mukaddime.1453602.
Vancouver
1.Ömer Delikaya. Navê Cihan, Mekanên Bîrê û Geliyê Zîlan di Çanda Dengbêjiyê de. Mukaddime. 2024 May 1;15(1):15-40. doi:10.19059/mukaddime.1453602

Cited By