Bîbliyografyaya Melayê Cizîrî / The Bibliography of Malaye Jiziri
Abstract
Dîwana Melayê Cizîrî di nav edebiyata Kurdî de yek ji navdartirîn û berbelavtirîn behemên edebî ye. Ji ber vê yekê jî gelek destnivîs, çap, şerh û wergerên wê hene. Herwiha derheqê Mela û Dîwana wî de vê dawiyê gelek xebatên lêkolînî jî hatine kirin. Mirov dikare bibêje ku di edebiyata Kurdî de ji aliyê bîbliyografya û lîteraturê ve Melayê Cizîrî û Dîwana di asteke gelekî bilind de ye. Ev nivîsar jî li ser Melayê Cizîrî û dîwana wî xebateke bîbliyografîk e. Armanca vê nivîsarê, di çarçoveya zanista bîblîyografyayê de tesbîtkirin, berhevkirin û nasandina xebatên têkildarî Melayê Cizîrî ne. Rabirdûya xebatên li er Melayê Cizîrî, nasandina hin xebatên lêkolînî yên girîng û amadekirina lîsteyên bîbliyografîk bi awaykî sîstematîk mijarên bingehîn ên gotarê ne. Biwarên ku lîsteyên wan hatine amadekirin ev in: Nusxe û çapên Dîwana Melayê Cizîrî, pirtûkên lêkolînê yên li ser Mela, şerhên Dîwana Melayê Cizîrî, tezên zanîngehan, meqale û ansîklopediyên akademik, teblîxên sempozyum û konferansan û nivîsarên kovarên populer.
Keywords
References
- M.Nesim Doru
- Mehmet Alıcı
- Abdurrahman Ekinci
Details
Primary Language
Turkish
Subjects
-
Journal Section
Research Article
Publication Date
December 30, 2017
Submission Date
December 10, 2017
Acceptance Date
December 14, 2017
Published in Issue
Year 2017 Volume: 8 Number: 3