Mirov heyîneke civakî ye û tê hêvîkirin ku xwe bi civaka jê derketiye re biguncîne. Lê di civaka em tê de dijîn de helwestên zayenda civakî gelek zêde ne û ev helwest jî bi piranî li dijê jinan in. Eyşe Şan yek ji wan dengbêjên jin e ku di serdema xwe de dengê xwe daye bihîstin û bandora wê hêj jî dewam dike. Ew jî wekî gelek jinên hemcins tûşî helwestên zayendî maye lê bi awayekî ji hemcinsên xwe cudatir li hemberî wan helwestan ber xwe daye û ketiye pêy xeyalên xwe. Eyşe Şan bi temamiya jiyana xwe de bi stereotîpên zayenda civakî re mucadele kiriye, li ser pê xwe sekiniye, tevî malbat û civakê dîsa jî bi dehan sêlik û band daye tijekirin û konsertan daye. Di vê xebatê de ewil di derheqê jiyan û hunera Eyşe Şanê de agahî hatin dayîn paşê li ser zayenda civakî û stereotîpên zayenda civakî hate sekinîn. Jiyana Eyşe Şanê li gorî stereotîpên zayenda civakî hate nirxandin. Di dawiyê de hate xuyakirin ku kesayeta Ayşe Şanê ya ku di temamiya jiyana xwe de li hemberê stereotîpên zayenda civakî sekiniye, tişta ku dixwaze dizane û ji bo xwestekên xwe bêyî ku dev jê berde dixebite.
Primary Language | Turkish |
---|---|
Subjects | Kurdish Language, Literature and Culture |
Journal Section | Articles |
Authors | |
Publication Date | November 27, 2024 |
Submission Date | May 27, 2024 |
Acceptance Date | July 11, 2024 |
Published in Issue | Year 2024 Volume: 15 Issue: 2 |
ISSN: 1309-6087, e-ISSN: 2459-0711
Mukaddime is licensed under a Creative Commons Attribution-NonCommercial 4.0 International License (CC BY NC).