Van salên dawî di edebiyata kurdî ya devkî de wekî cureyeke vegêranî ya pêşketî û pêşçav, dengbêj(î) bûye yek ji wan têgehan ku ji bo dînamîkên cihêreng ên vê hunera devkî tê ravekirin û şirovekirin. Di nav kurdan de û li derdorên akademîk, wekî peyveke etno-spesîfîk "dengbêj" ji her demê zêdetir xuya dibe û êdî bûye têgeheke şemsîye ji bo îcrakarên çanda devkî ku parek ji wan berê bi awayekî adetî xwe wekî "dengbêj" pênase nedikirin. Bi taybetî ji salên 1960î vir de, peyva “dengbêj” ku di nav çanda elektronîk de zêdetir belav bû û bi demê re cihê navên herêmî yên îcrakaran wergirt. Di çarçoveya vê xebatê de, pêkhateyên peyva dengbêj "deng", "bêj” û "dengbêj+î", ji aliyê wate û peyvsaziya xwe ve di çarçoveya nîqaşên dawî de tê şirovekirin. Herwiha ev xebat destnîşan dike ku bikaranîn û serdestiya peyva “dengbêj” wekî navekî standart li ser hemû (xwe)binavkirinan, cihêrengiya navên herêmî yên îcrakaran piştguh dike û ev jî dibe sebeb ku xwe-binavkirinên cihêreng ên çandî û wateyên wan ên herêmî di xebatên vê qadê de bên îhmalkirin. Di çarçoveya nîqaşên akademîk ên li ser têgeha dengbêj(î), ev xebat navên cihêreng ên îcrakarên edebiyata kurdî ya devkî yên wekî “şair”, “sazbend”, “aşiq”, “kilamcî”, “begzade”, “mitirb” û hwd. şirove dike û berbelavî û taybetmendiyên wan ên herêmî nîqaş dike. Di vê pêwendê de, ev xebat bi nêrîneke navxweyî û bi daneyên ji qeydên deng ên îcrakaran û qeydên dîrokî, term û têgehên sereke yên edebiyata devkî yên herêma Berfirat û Serhedê ronî dike û wateyên pir-tebeqeyî nîqaş dike ku li van terman bar bûne.
Recently, dengbêj(î), a prominent genre in Kurdish oral literature has become a frequently used fundamental concept in the academic discourse and explored from different perspectives. Among Kurds and academic circles, the word “dengbêj” (singer-poet) has become more visible than ever before, and has become an umbrella nomenclature for other oral narrative performers who previously do not categorize themselves as “dengbêj”. Especially from the 1960s onward, the nomenclature of dengbêj, which has become widespread in the realm of electronic culture, has also replaced some other regional names. Within the framework of this study, a close reading is conducted on the separate semantic implications of “deng” and “bêj” within the concept of “dengbêj”. The examination extends to explore the structural and semantic dimensions they convey concerning the performative dimension and content of the tradition. Additionally, the academic discourse surrounding the notion of "dengbêjî", denoting the art of being a dengbêj, and the use and regional differences in the nomenclature such as “şair”, “sazbend”, “kilamcî”, “begzade” and “mitirb” were discussed. In this context, the study aims to shed light on the basic concepts of dengbêjî tradition, one of the Kurdish oral narrative traditions, with data from the field and to open the multi-layered meanings attributed to the concept of dengbêj(î) to discussion from a different perspective.
Son yıllarda Kürt sözlü edebiyatında öne çıkan anlatıları türleriden olan dengbêj(î) sıklıkla işaret edilen ve farklı bakış açıları çerçevesinde geleneğin ifade ettiği olguları açıklamak için yorumlanan kavramlar arasında yer almaktadır. Kürtler arasında oldukça ilgi gören dengbêjî geleneği ve ismi hiç olmadığı kadar görünür hale geldi ve dengbêj kavramı tarihsel bağlamda kendini o adla tarif etmeyen diğer sözlü anlatıcılar için de işlevsel ve kapsayıcı bir şemsiye kavrama dönüştü. Özellikle 1960lı yıllardan itibaren elektronik kültür ortamında da yaygınlaşan dengbêjî bu dönemlerde bazı bölgesel isimlerin de yerini aldı. Bu çalışma kapsamında "dengbêj" kavramındaki “deng” ve “bêj”in anlamsal çağrışımları, yapısal özellikleri, sanatın icra biçimi ve içeriğine dair sundukları farklı anlamlar incelendi. İcra edilen sanata karşılık gelen "dengbêjî" kavramı etrafında cereyan eden akademik tartışmalar çerçevesinde “şair”, “sazbend”, “aşiq” “kilamcî”, “begzade”, “mitirb” vb. gibi isimlendirmelerin kullanımları ve çeşitli kavramların bölgesel farklılıklarına açıklık getirildi. Bu bağlamda, çalışmanın amacı Kürt sözlü anlatı geleneklerinden dengbêjliğin temel kavramlarına “sahadan” veriler ile ışık tutmak ve dengbêj(î) ve diğer bazı temel isimlere yüklenen çok katmanlı anlamları tartışmaya açmaktır.
Dengbêj(î) şair Kürtçe terminoloji halk edebiyatı kılam sazbend
Primary Language | Kurdi |
---|---|
Subjects | World Languages, Literature and Culture (Other) |
Journal Section | Articles |
Authors | |
Publication Date | May 27, 2025 |
Submission Date | July 13, 2024 |
Acceptance Date | April 24, 2025 |
Published in Issue | Year 2025 Volume: 16 Issue: 1 |