Mela
EbdullahêKotalî, bi eslê xwe ji gundê Karaköy girêdayî bi Gimgima (Varto) Mûşê
va ye, kesayetekî îlmî ye û gelek berhem nivîsandine û tesîrek mezin li
medreseyên Kurdan kiriye. Ew, ji alîyekî dî va kesayetekî edebî ye û wî bi
Erebî, Farisî û Kurdî berhemên edebî yên menzûm jî dane. Berhemên wî yên Kurdî
ku menzûm in Kîtabu’l-luġetî’t-Turkîyye
we’l-Kurdîyye ye. Lê ji xeynî vê berhema menzûm helbestên wî jî bi Erebî,
Farisî û Kurmancî hene û heta niha weke destxetan mane. Di mecmu‘eyek destxet
da ya ku li ber destê me ye da gelek helbestên bi Erebî û Farisî yên Mela
Ebdullah û 5 helbestênwî yên Kurdî ya Kurmancî cih digrin. Mecmû‘e destxetaMela
Ebdullah bi xwe ye a niha li cem kurê wî Mela Asim e. Mexlesa Mela Ebdullah ya
ku di van helbestan da xebitandiye “Ebdullah” e.
Ev gotar li ser
danasîn û weşandina helbestênMela Ebdullah yên Kurmancî radiweste.
| Primary Language | English |
|---|---|
| Journal Section | Research Article |
| Authors | |
| Publication Date | July 1, 2018 |
| DOI | https://doi.org/10.55253/nubihar.428718 |
| IZ | https://izlik.org/JA66YA69YF |
| Published in Issue | Year 2018 Volume: 3 Issue: 9 |
Nubihar Akademi is licensed under a Creative Commons Attribution-NonCommercial 4.0 International License (CC BY NC).