Guherîna Dengan di Kurdî (Kurmancî, Soranî, Zazakî), Îngilîzî û Farsî de
Abstract
Malbata Hînd-Ewrûpa, ji alîyê bikaranînê ve malbata zimanî ya herî mezin a dinyayê ye. Ji ber ku malbatek e di navbera zimanên vê malbatê de têkilîyeke xwezayî heye. Lêbelê bi borîna demê hinek ziman, ji hinekên din pir dûr ketine; hinekan jî ji ber ku şeklê xwe yê eslî parastine, zêdetir nêzika hev mane. Ev rewş di mayîna zaravayên zimanekî de û hetta di navbera devokên zaravayekê de jî eynî ye. Bandorên wek hawirdor, dem, çand, têkilîya bi netewên din re û taybetîyên biyolojîk bûne sedema guherîna dengên zimanan. Wekî din nêzikbûna hev a hin dengan û dûrketina mirovan a ji dengên ku li zimanê wan giran tê, bûne sedemên cih guherîna wan. Ji ber van guherînên di zimên de gelek kes, têkilîya zimanê xwe ya bi malbata zimanê xwe re nizane. Guherîn û dûrketina ziman û zaravayan dibe sedema dûrketina milletan a ji hev jî. Ev dûrketin ewqas dibe ku li hin deran kesên ku bi heman zaravayê dipeyivin jî nikarin hev fehm bikin. Hînbûna van zimanan jî dijwartir dibe. Em vê pirsgirêkê di zaravayên Kurdî de jî dibînin. Ji ber vê him ji bo dîtina têkilîya Kurdî ya bi Farsî û Îngilîzî ku di heman malbatê de ne, him jî ji bo dîtina têkilîya navbera zaravayên Kurdî, me xwest ku em li ser guherîna dengan bisekinin. Bi vê armancê me ji pirtûkên berhevdanîyê, rêzimanîyê û ferhengîyê, guherînên bingehîn û rêzikên wan dîyar kirin. Xencî van me gelek mînak bi xwe tesbît kirin û li wan zêde kirin. Di vê xebatê de em ê tenê li ser guherîn, ketin û zêdebûna dengan bisekinin.
Keywords
References
- Adak, Abdurrahman, Tahirhan Aydın, Zülküf Ergün, Mikail Bülbül, (2016). Mamoste 1 Fêrkera Kurdî Asta Seretayî. Mardin: Mardin Artuklu Üniversitesi Yayınları.
- Aslan, Ş. (2018). Lêkolînek Li Ser Rêzimanê Kurdî(Kurmancî), İzmir: Weşanên na.
- Aslanoğlu, O. (2018), Kendi Kendine Kolay Farsça, İstanbul: Kent Işıkları Yayınevi.
- Aslanoğlu, O., Bedirhan İ., Zeki G., Hayrullah A., Evren A.. (2011), Ferhenga Pirzimanî, İstanbul: Weşanxaneya Nûbiharê.
- Aykoç, F. M. (1996), Kurdîzan Rûberîna Zaravên Kurdî, Berlin: Weşanên Enstîtûya Kurdî.
- Badıllı, K. (1992), Türkçe İzahlı Kürtçe Grameri, İstanbul: Med Yayıncılık.
- Baran, B. (2012), Rêzimana Kurmancî, İstanbul: Belkî Yayınları.
- Bedirxan, C. A. (1994), Bingehên Gramera Kurdmancî, Weşanên Nûdem.
Details
Primary Language
Kurdish
Subjects
-
Journal Section
Research Article
Authors
Osman Aslanoğlu
Türkiye
Publication Date
December 1, 2019
Submission Date
November 26, 2019
Acceptance Date
June 25, 2020
Published in Issue
Year 2019 Volume: 4 Number: 12