BibTex RIS Cite

Di Nav Modernîzasyonên Der-Ewrûpî de Tecrûbeya Kurdan

Year 2016, Volume: 2 Issue: 6, 11 - 45, 01.06.2016

Abstract

Wekî gelek pêkhateyên dewra Osmaniyan, di nav Kurdan de jî fikrên Ewrûpî di serê
sedsala bîstan de li Stenbolê peyda bûne. Li gor taybetiyên xwe yên sereke yekûna
van fikran teqabûlî modernîzasyoneke der-Ewrûpî dike. Lê di tunebûna îmkanên
dewletê de tecrûbeya Kurdan ji modernîzasyonên Şerq-Îslamî vediqete. Pêkera ku di
nav civatê de fikr û jiyaneke modern binecî dike, ne meyla burokrasiya dewletê ye,
îrade û enerjiya kesekî xwenda ye. Ev kesê ku pêbendî îdealên fikreke ronakger e,
wisa bawer dike ku bi rêya dibistan û perwerdeyê, jiyan û civateke aqilger, zanist û fen,
sazkirina îdareyeke meşrûtî miletê wî jî bigihîje karwanê esrî yê demê. Ji bo vê yekê
ronakbîrê Kurd her wekî di bunyeya miletê xwe de şiyarbûn an vejandineke netewî saz
bike, hem ajîtasyoneke ku berê wê li hesasiyetên netewî ye pêk aniye û hem jî xwediyê eleqeyeke akademîk e ku
berê xwe daye naskirina çand, edebiyat û dîroka xwe. Heta maweya destpêka Şerê Cîhanê yê Yekem, gotarên
civakî yên ronakbîrê Kurd vê rastiyê destnîşan dikin

The Practice of Kurds in Non-European Modernization

Year 2016, Volume: 2 Issue: 6, 11 - 45, 01.06.2016

Abstract

As in many other Ottoman communities, among Kurds European thoughts emerged at the beginning of the twentieth century in Istanbul. According to their own main features, the total of those thoughts were nonEuropean ones. However Kurds’ experience differs from oriental-Islamic modernizations because of absence of state. The determinant that place modern thoughts and lifestyle is will and energy of of a literated person rather than bureaucratic tendencies of state. That person who has ideals of enlightment thoughts believes that his nation can reach then modern train via schooling and education, a rationalist life and society, science and technique as well as founding a constitutional government. Therefore Kurdish intellectual as he leads an awakening or a national revive he both formed an agitation of national sensitiveness and has an academic interest which head for introducing his own culture, literature and history. The social articles of the Kurdish intellectual until the beginning of the First World War emphasizes this fact

There are 0 citations in total.

Details

Other ID JA79UN78RE
Journal Section Research Article
Authors

Ramazan Çeçen This is me

Publication Date June 1, 2016
Published in Issue Year 2016 Volume: 2 Issue: 6

Cite

APA Çeçen, R. (2016). Di Nav Modernîzasyonên Der-Ewrûpî de Tecrûbeya Kurdan. Nubihar Akademi, 2(6), 11-45.

Nubihar Akademi is licensed under a Creative Commons Attribution-NonCommercial 4.0 International License (CC BY NC).
JI BO GIHÎŞTINA MALPERA ME YA KURDÎ BITIKÎNIN!