Puxte:
Di derbirrînên rohin û zelal de têgehiştin dirist dibe, ku ew jî binemaya
zimanê asayiye. Lê dema axaftin bi rewanbêjî dihêne derbirrîn, ew firemana dibin
û di ramanên hemecor de dihêne ravekirin. Proseya têgehiştinê derbazî sinorê
tînegehiştinê dibe. Ewê tênegehiştinê dû corên helçûnan lê derdiçin:
helçûnên erênî,
ku hevbendî bi hunerî ve heye û boçûnên ciyawaz dirist dibin. Helçûnên
nerênî jî ku hevbendî bi qeyranên civakî ـ siyasî ve heye. Di herdû haletan de, tênegehiştin û
xwetênegehandin û têknegehiştin dirstdibin. Di encam de reftareka neçaverêkirî
jê dirst dibe û giftugoyên wan jî laseng dike. Bi teşenekirina ewê lasengiyê
arîşe mezin dibin.
Hestkirin bi hebûna
her arîşeyekê,
karekê statîkîye. Hizirkirin jibo vedîtina rêgeçareyên wê, boçûnên felsefî
heldigirît. Her hewildanek jibo nehêlana wê têkalzbûnê jî kiryareka perwerdeyiye.
Di evê vekolînê de,
hewla selmandina ewê rastiyê hatiyedan, ku Xanî şiyaye di
helbesta xwe ya bi navunîşanê (mîrê meclis) de, ewan her sê
layenan lêkbideteve û nepeniyên ewê têkalizbûnê jî verevînteve.
Primary Language | English |
---|---|
Journal Section | Research Article |
Authors | |
Publication Date | December 30, 2019 |
Published in Issue | Year 2019 Volume: 4 Issue: 11 |
Nubihar Akademi is licensed under a Creative Commons Attribution-NonCommercial 4.0 International License (CC BY NC).