Research Article
BibTex RIS Cite

“Berhemeke bênav a Mela Mistefa: “Rahênanên Zimanê Kurdî” yan jî “Exercices Dela Langue Kurde”

Year 2019, Volume: 4 Issue: 11, 145 - 157, 30.12.2019

Abstract

KURTE

“Berhemeke bênav a Mela Mistefa:
“Rahênanên Zimanê Kurdî” yan jî “Exercices Dela Langue Kurde
”. Ev xebat, danasîna destxetekê
dike. Berhem derheqê hîndekarîya kurmancî da ye û di koleksiyona Aleksandre
Jaba da cih digire. Nivîskar navek li berhema xwe nedaye, herwiha navê xwe jî
li ser berhemê ne nivîsîye. Lê Jaba, li ser berga berhemê bi frensî “Exercices
Dela Langue Kurde
” nivîsîye ku ev nav bi wateya “Rahênanên Zimanê Kurdî” ye
û naveroka berhemê zelal dike. Loma me jî ji bo danasîna berhemê ev nav  guncav dît. Derheqê berhemê da agahîyeke din
jî ev e ku Jaba bixwe navê nivîskar li ser bergê wek Mella Moustapha nivîsîye.

Ev destxet, ji bo hînkirina
zaravayeke kurdî, kurmancî ye. Sala 1860î li Erzurûmê hatiye amadekirin. Ji
teqdîma nêzî 800 hevokên kurt pêk tê. Lê belê berhem ne tenê ji hevokên ku Mela
Mistefa amade kirine, pêk tê. Jaba pêşî van hevokan yekûyek latînîze kiriye
paşê jî frensîya hevokan nivîsîye. Berhem li Pirtûkxaneya Akademîya Zanistan a
Rûsyayê (The Library of the Russian Academy
of Sciences) di nav koleksîyona Aleksandre Jaba da ye.
Nusxeyeke din a
berhemê tuneye. Berhem li ser defterekê hatiye nivîsîn û ji
alîyê fîzîkî ve baş dixuye. Berhem ji 51 wereqan (101 rûpel) pêk hatiye. Her
rûpel ji 3 sitûn û 8 rêzan pêk tê.

Di destxetê da tenê hevokên hêsan,
basît û kurt hatine pêşkêşkirin. Bi giştî hevokên navdêrî û yên lêkerî ne. Exleb
hem erênî hem jî nerênîya hevokan li pey hev hatine rêzkirin. Ango hevokên
hevedûdanî, kompleks û yên pêgirtî tunene. Digel ku berhem rasterast li ser
rêzimanê ne sekinîye jî, mirov dikare berhemê ji alîyê navdêr, lêker, hemwate,
dijwate, zayend, cînav, rengdêr, ravek, dem, daçek, gihanek, xalbendî, alfabe,
dengnasî, peyvsazî, hevoksazî û hwd. binirxîne. 

References

  • Bazîdî, Mela Mehmûd, (1866). Qewa‘îdêd Serfa Kurdî I, II, nusxeya dijîtal a arşîva A. Jaba a li Petersburgê, li Pirtûkxaneya Akademîya Zanistan a Rûsyayê, No: Kurd46, Erzurûm.
  • Bazidî, Mela Mehmûd, (1866). Tuhfetu’l-Xullan fî Zimanî Kurdan, nusxeya dijîtal a arşîva A. Jaba a li Petersburgê, li Pirtûkxaneya Akademîya Zanistan a Rûsyayê, No: Kurd08, Erzurûm.
  • Celalî, Murad, (2016). "Kedkarekî Kurdolojiyê August Jaba", Nûbihar, sal. 24, cild.20, hj. 136, rr. 18-25.
  • Jaba, Aleksandra, Catalogue De Manuscrits Kurdes, nusxeya dijîtal a arşîva A. Jaba a li Akademîya Zanistan a Petersburgê, No: Kurd53.
  • Mela Mistefa, (1860). Rahênanên Zimanê Kurdî (Exercices Dela Langue Kurde), nusxeya dijîtal a arşîva A. Jaba a li Petersburgê, li Pirtûkxaneya Akademîya Zanistan a Rûsyayê, No: Kurd48, Erzurûm.
  • Rudenko, Margarita Borisovna, (1961). Danasîna Koleksîyona Destxetên Kurdî yên li Lenîngradê, Çapxaneya Edebiyata Rojava, Moskova. (niv.) (Orîjînala pirtûka Rodenko: Руде́нко Маргари́та Бори́совна, Описание курдских рукописей ленинградских собраний, Издательство Восточной Литературы, Mockba, 1961.)

There are 6 citations in total.

Details

Primary Language Turkish
Journal Section Document
Authors

Tahirhan Aydın 0000-0002-2586-2956

Publication Date December 30, 2019
Published in Issue Year 2019 Volume: 4 Issue: 11

Cite

APA Aydın, T. (2019). “Berhemeke bênav a Mela Mistefa: “Rahênanên Zimanê Kurdî” yan jî “Exercices Dela Langue Kurde”. Nubihar Akademi, 4(11), 145-157.

Nubihar Akademi is licensed under a Creative Commons Attribution-NonCommercial 4.0 International License (CC BY NC).
JI BO GIHÎŞTINA MALPERA ME YA KURDÎ BITIKÎNIN!