Di nav xebatên kurdî de her çiqas li ser Destana Zembîlfiroş gelek xebat hatibin
kirin jî li ser epîzotên destanê zêde nehatiye sekinandin û di vê mijarê de valahiyek
heye. Di vê xebatê de me xwest ku ev valahî bê tijîkirin û Destana Zembîlfiroş ji aliyê
epîzotan ve bê nirxandin. Bi rêya vê xebatê çar epîzotên di Destana Zembîlfiroşê
de li gorî çar vanyantên destanê hatine berawirdkirin. Epîzotên hatine hilbijartin:
mekan û statuya civakî ya lehengan, hevdîtina ewil a lehengan, gihiştina lehengan
û mirina wan. Varyant ji van pirtûkan hatine hilbijartin: Feqiyê Teyran ya Xalid
Sadinî, Zargotina Kurda I ya Ordîxanê Celîl û Celîlê Celîl, Zembîlfiroşa A. Gernas
û Folklora Kurmanca ya Heciyê Cindî û Emînê Evdal. Di van her çar varyantan de
wek epîzoteke hevpar dikare bê gotin ku Xatûn bi tu awayî nagêhije armanca xwe;
lê li aliyê din navên Zembîlfiroş û Xatûnê, mîrzadebûna Zembîlfiroşî, mirina lehengan
bi rengên ciyawaz xuya dikin.
Among the Kurdish Works, although a lot f work has been done on the Epic of
Zembîlfiroş, the episodes of the epic have not been stopped much and there is a
gap in this regard. In this study we wanted to fill this gap and evaluate the Epic
of Zembîlfiroş by the episodes. Through this work the four episodes in the Epik of
Zembîlfiroş have been compared according to the four variants of the epic. Selected
episodes: place and social status of the heroes, come together of the heroes and their death. Variants have been selected from these boks: Feqiyê Teyran by Xalid Sadinî,
Zargotina Kurda I by Ordîxanê Celîl û Celîlê Celîl, Zembîlfiroş by A. Gernas and
Folklora Kurmanca by Heciyê Cindî and Emînê Evdal. In all four of these variants
as a common episode it can be said that the Xatûn in no way achieves her goal; but
on the other hand the names of Zembîlfiroş and Xatûn, the lordship of Zembîlfiroş,
the dead of the heroes appear in different colors.
Primary Language | Kurdi |
---|---|
Journal Section | Research Article |
Authors | |
Publication Date | June 30, 2020 |
Published in Issue | Year 2020 Volume: 4 Issue: 13 |
Nubihar Akademi is licensed under a Creative Commons Attribution-NonCommercial 4.0 International License (CC BY NC).