Erdnîgariya Hekariyê ji sedsalên qedîm vir de bûye warê jiyana mirovahiyê. Ev
herêma han, bi rengîniya xwezaya xwe bala komên însanan kişandiye ser xwe û bûye
dergûş ji şaristan, çand, nasname û baweriyên cuda cuda re. Meriv mîrasa çandî ya
Hekariyê ya beriya Îslamê, bêtir li ser şop û neqşên keviran ên kela, mezel, dêr û
dêrheyan dibîne. Heçî çand û edebiyata Hekariyê ya nivîskî ya kitêbî û edebî ku îro
nimûneyên wê di dest me de ne, ev di serê destpêka serdema Îslamî de peyda dibe.
Bingeha edebiyata nivîskî ya Kurdî ya li Hekariyê, bi medreseyên Kurdan ên ku li vê
derê saz bûne, destpê dike. Bi avabûna Mîrektiya Hekariyê re çand û edebiyata Kurdî
ya ku bingeha xwe ji medreseyan digre, pêş dikeve. Çand û edebiyata Kurdî di vê
serdema destpêka Îslamê de li herêma Hekariyê û her wisa jî li cih û warên ku Kurd lê
dijîn, di nav geşedan û berfirehiyekê de ne. Eserên edebiyata Kurdiya klasîk û xasma
yên ku bi zaravayên Kurdiya Kurmancî hatine nivîsîn û hatine heta roja me ya îroyîn,
bi piranî di dewra Mîrektiyan de peyda bûne. Di vê pêngava çand û edebiyata Kurdî
de Mîrektiya Hekariyê roleke girîng bi cih aniye. Kesayetiyên edebî yên ji vê navendê
yên wek Bateyî, Pertew, Xanî, Arwasî û hwd. bûne nûnerê edebiyata Kurdî ya vê
herêmê. Her wisa jî bûne danerê kevneşopîyeke edebî. Ev xebat bi awayekî gelemperî
lêkolîna rewşa edebiyata Kurdî ya dema Mîrektiya Hekariyê dike. Armanca me ew e
ku em bingeh û çavkaniyên edebiyata Kurdî ya klasik ya li herêma mîrektiya Hekariyê
destnîşan bikin. Her wiha edebiyata klasîk a vê herêmê û nûnerên wê binirxînin.
Hakkari has become an area of settlement for mankind since the earliest centuries;
it has hosted many cultures and civilizations, and become the cradle of various religions, civilizations and identities. This city gets the attention of many people
through its natural beauty and wealth. One can see the traces of pre-Islamic Hakkari
culture mostly on rock paintings, castle ornaments, rock tombs, steles and dirhes
A majority of extant written culture works, on the other hand, emerged in the early
Islamic period. The sources of the written Kurdish Literature were composed in
the Kurdish madrasahs constituted during this period. After the establishment and
expansion of the Principality of Hakkari, the madrasah based Kurdish culture and
literature showed more progress. The developments in the area of Kurdish culture
and literature centered in this principality influence other areas where Kurdish people
live. Masterpieces of the classic Kurdish Literature, especially those written in
the Kurmanji dialect, were composed during the period of principalities. It should
be emphasized that the Principality of Hakkari plays a central and pioneering role
in this cultural and literary breakthrough. Literary personalities from this center
such as Batei, Pertew, Xani, Arwasi and so on. became the representative of the
Kurdish literature of this region and also became the founder of a literary tradition.
This study aims to investigate the Kurdish Literature during the period of the Principality
of Hakkari. The aim of this study is to identify the foundations and sources
of classical Kurdish literature in the region of Hakkari. Also review the classical
literature of this region and its representatives.
Primary Language | Kurdi |
---|---|
Journal Section | Research Article |
Authors | |
Publication Date | June 30, 2020 |
Published in Issue | Year 2020 Volume: 4 Issue: 13 |
Nubihar Akademi is licensed under a Creative Commons Attribution-NonCommercial 4.0 International License (CC BY NC).