Kurmanji and Sorani, as the two main dialects of Kurdish, have been in the process of self-revival for hundreds of years. Although these two dialects were written side by side in the same magazines and newspapers in Istanbul in modern times, they became distant from each other after the collapse of the Ottoman state and the break-up of the Kurds. Since then, due to some political conditions, Sorani has gained more opportunities for development than Kurmanji and has become a source dialect for new words and Kurmanji has borrowed many words from it. But due to distance and lack of direct communication some of these words are mis-borrowed. This article focuses on these misinterpretations and deals with the semantic, morphological and phonological confusions. On the other hand, it draws attention to some words that have been coined in Sorani, but are currently only used in Kurmanji, and they are also known as another problem of borrowing. To illustrate this point, we benefited from the main Kurdish dictionaries and important books, magazines and newspapers written in Kurmanji and Sorani dialects in which these words were used for the first time. On this basis, this article suggests that there is a special importance of intra-language borrowing words for the integration of Kurdish dialects, but in this borrowing prosses, the borrowed words should be used as original and avoid linguistic confusion.
Kurmancî û soranî wek du zarên sereke yên kurdîyê sed sal in di nav hewldanên xwe-vejandinê da ne. Herçend ev her du zar di serdema modern da li Stenbolê li tenişta hev di heman kovar û rojnameyan da bên nivîsîn jî piştî parçebûna dewleta Osmanî û dabeşbûna kurdan ji hev dûr dikevin. Ji wê demê û vir ve ji ber hin mercên sîyasî soranî ji kurmancîyê bêhtir derfetên geşesendinê bi dest dixe û ji alîyê bêjeyên nû ve dibe zarê serçavî û kurmancî gelek bêjeyan jê werdigire. Lê ji ber dûrketinê û nebûna peywendîyeke rasterast hin ji van bêjeyan bi çewtî tên wergirtin. Ev gotar li ser van veguhestinên çewt radiweste û vê di bin sernavên tevlihevîyên semantîk, morfolojîk û fonolojîk da berçav dike. Li alîyê din bal dikêşe ser hin bêjeyan ku di soranîyê da hatine dariştin, lê niha tenê di kurmancîyê da tên bikaranîn û wan jî wek kêşeyeke din a veguhestina navzimanî dide zanîn. Ji bo berçavkirina vê rewşê me ji ferhengên sereke yên kurdîyê, pirtûk, kovar û rojnameyên giring ên kurmancî û soranîyê sûd wergirtin ku cara pêşî ev bêje di wan da hatine bikaranîn. Li ser vê bingehê ev gotar pêşnîyaz dike ku ji bo hevgirtina zarên kurdîyê giringîyeke taybetî ya veguhestina navzimanî heye, lê di vê veguhestinê da bikarînerên zarê wergir divê wan bêjeyan li gor zarê serçavî bi kar bînin û rê nedin tevlihevîyên navzimanî.
Primary Language | Kurdi |
---|---|
Journal Section | Research Article |
Authors | |
Publication Date | September 28, 2021 |
Published in Issue | Year 2021 Volume: 4 Issue: 15 |
Nubihar Akademi is licensed under a Creative Commons Attribution-NonCommercial 4.0 International License (CC BY NC).