Destana Kela Dimdim û Xanê Lepzêrîn yek ji girîngtirîn destana edebîyata kurdî ya devkî ye. Ev destan ji alîyê dengbêjan ve li ser rûdaneke dîrokî hatîye honandin. Mijara vê destanê şerê di navbera Kurdên Biradostî û Dewleta Sefewî ye ku ev şer di navbera salên 1609 û 1610ê da qewimîye. Wisa dîyar e ku vî şerî karîgerîyeke mezin li ser kurdan hiştîye, lewra ev destan ji alîyê xelkê ve gelek hatîye bergermkirin û guhdarîkirin. Ji bilî belavbûna wê ya di edebîyata devkî da herwisa rengvedana wê di edebîyata kurdî ya klasîk da jî çêbûye û hinek edîbên kurd li ser vê destanê berhem dane. Ev destan ji sedsala 19an şûnda bûye mijara gelek vekolînên ji alîyê vekolerên bîyanî û xuyanî ve hatine encamdan. Ji deverên cuda cuda gelek varyantên vê destanê hatine tomarkirin. Di vê nivîsarê da varyantên ji devera Hekarîyan hatine tomarkirin wekî numûne hatine hilbijartin. Her çend ev varyant ji devê deh dengbêjên cuda hatibe berhevkirin jî ji ber wekhevîya varyantan, hemî varyant wekî yek varyanta têkûz hatîye lêkdanê. Armanca gotarê destnîşankirina temayên sereke yên destanê û dîyarkirina rengvedana wan a li ser derbirîna kurdînîya îdeal a di destana Kela Dimdim û Xanê Lepzêrîn e.
Primary Language | Kurdi |
---|---|
Subjects | Kurdish Language, Literature and Culture |
Journal Section | World languages, cultures and litertures |
Authors | |
Publication Date | June 22, 2023 |
Published in Issue | Year 2023 |