Dîtina pişkeke nediyar di jiyana helbestvanên kurd de, di rêka belgeyên ‘Usmanî de, rêkeke nû û taze ye di nava rexne û dîroka edebiyata kurdî de. Ji ber vê yekê ev gotar di bin navê Nalî di belgenameyên ‘usmanî da li gorî belgêyên ku li erşîvxaneya ‘Usmanî hatin dîtin, tîrêj dixe ser çend aliyên giringa jiyana Nalî. Herweha gelek aliyên ku di sed salên berê de li gorî jiyana Nalî hatibun beḧs kirin, ewan careke dî sererast dike. Herwesa beḧsa pile û payeya Nalî û berhemek di şiklê pertukan, jiyana ḧîcaz a wî, hebûn û nebûna hevjîn, wezîfedarî û bê wezîfeyî, roj û meh û sala wefata wî destinîşan dike. Ev xebat ji ẍeynî hebûna belgan jî, li gorî mijaran yek bi yek şirove dike, giringiya vê lêkolînê jî ev e ku yekem car di nava dîroka edebiyata kurdî de, dibe rupereke taze li gorî çend aliyek ji jiyana yek ji rehberên helbestê klasîkî yên kurdî/soranî û bi taybetî yên bi devoka kirmanciya navîn e.
Bölüm | Makaleler |
---|---|
Yazarlar | |
Yayımlanma Tarihi | 30 Haziran 2017 |
Yayımlandığı Sayı | Yıl 2017 Cilt: 3 Sayı: 5 |