Piştî qebûlkirina dînê Îslamê gelên Musulman ji bo bîr û baweriyên dînê Îslamê berhem afirandine. Gelê kurd jî, weke hemû gelên Musulman ji bo perwerdehiyâ bîr û baweriyên dînê Îslamê berhem anîne holê. Ev berhemên ku mijara wan bîr û baweriyên Îslamê ne û bi navê ‘Eqaîdê tên nasîn hin ji wan bi pexş/nesr û hin ji wan jî bi nezm amade bûne. Di edebiyata gelên rojhilatanavîn de çawa ‘eqîdeyên menzûm wek cûreyek ji berhemên edebî hatine nasîn û di medreseyan de perwerdehî bi wan hatiye kirin her wiha edebiyata Kurdî jî ku perçeyek ji edebiyata rojhilata navîn e, ji berhemên edebî yên bi vî cûreyî bêpar nemaye û ji bo perwerdehiyê, xasma perwerdehiya zarokên Kurdan gelek ‘eqîdeyên menzûm’ di xwe de bi cih kiriye.
Ev nivîs armanc dike ku eqîdeyên menzûm ên di edebiyata Kurdî ya klasîk de hatine nivîsîn, bide nasîn. ‘Eqîdeyên menzûm, hêjmara beş, beyt û taybetîyên wan bi qasî agahiyên ku me bi dest xistine di vê gotarê de bi cih bûne.
‘Eqîdeyên Menzûm Edebiyata Kurdî ya Klasîk ‘Eqîdeyên Menzûm ên Edebiyata Kurdî ya Klasîk
Bölüm | Makaleler |
---|---|
Yazarlar | |
Yayımlanma Tarihi | 30 Aralık 2017 |
Yayımlandığı Sayı | Yıl 2017 Cilt: 3 Sayı: 6 |