Di vê xebatê da Qesîdeya Avê ya Fûzûlî û helbesta Ey Av û Avê ya Feqîyê Teyranî di çerçoveya edebiyata berawirdî ji alîyê hêmana avê ve hatine berawirdkirin. Armanca xebatê ew e ku di her du berheman da cihê ava ku di edebiyata klasîk da bi awayên curbicur gelek caran hatiye bikaranîn, bê diyarkirin di vî warî da hevşibîn, hevparî û cudahîyên vê hêmana hevpar bên ravekirin. Fûzûlî û Feqî av, di berhemên xwe da bi gelek wate û awayan ve bi kar anîne. Ligel vê di qesîdeya Fûzûlî da av bi piranî bi bawerîya rehmetbûna Pêxeberî Îslamê ya ji bo alemê ve têkildar hatiye bikaranîn. Di helbesta Feqî da jî av bi piranî yek ji çar hêmanên afirandinê(enasira erbea) ye, armanca bingehîn a helbestê(hewla fêmkirina heqîqeta hebûn û afirandinê) di ser hêmana avê ra hatiye honandin. Bi qasî ku di lêkolînê da hatiye dîtin ligel ku di her du helbestan da av ji hin alîyan ve hevşibînan nîşan dide jî lê bi piranî bi awa û wateyên xwe yên ji hevûdin cuda ve derdikeve pêş.
Birincil Dil | Türkçe |
---|---|
Bölüm | Makaleler |
Yazarlar | |
Yayımlanma Tarihi | 16 Aralık 2021 |
Yayımlandığı Sayı | Yıl 2021 Cilt: 7 Sayı: 13 |