Araştırma Makalesi

The Role of French Intellectuals in the Development of Kurdish Studies and Kurdish Enlightenment

Cilt: 10 Sayı: 2 21 Eylül 2024
PDF İndir
EN KU

The Role of French Intellectuals in the Development of Kurdish Studies and Kurdish Enlightenment

Öz

Tevgerên Ronesans û Reformê yên ku di sedsala 15mîn li Îtalyayê de dest pê kiribûn ji her alî ve bandor li ser civak û çandê kirin û rê li ber serdemeke nû vekirin ku wek serdema Rewşenbîrî jî tê binavkirin. Şoreşa Fransî ya di 1789an de ku li ser bingehên fikrên serdema rewşenbîriyê pêk hatibû, bi xwe re gelek guherînên nû yên fikrî û civakî jî anîn ku bandor li welatên derdorê û rewşenbîrên gelên din jî kirin. Stenbol, paytexta Împaratoriya Osmanî, bûbû mekanê hevbeş ê rewşenbîrên ji nasnameyên cuda. Her wiha bi bayê azadî, wekhevî û biratiyê re, fikrên rewşenbîriya fransî jî belav dibûn û li paytexta Osmanî dihatin nîqaşkirin. Serdema dawî ya osmanî, ango berî hilweşandina Dewleta Osmanî, ji bo gelên di bin banê împaratoriyê de destpêkeke nû û dema lêgerîna çarenûsiyê bû. Nûner û rewşenbîrên kurdan jî di vê demê de ketin nav lêgerînê ji bo çarenûsiya gelê xwe. Piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn, ew bi hevnasîna entelektuelên ji neteweyên cuda di vê riya xwe de meşiyan. Rasthatin û hevnasîna rewşenbîrên fransî ligel Celadet û Kamiran Bedirxan li Şamê, herêma di bin desthilatdariya Dewleta Fransî, rewşenbîriya kurdî ber bi asteke din ve hilkişand ku bi weşana kovara Hawarê (1932-1935 û piştre 1941-1943) bi encam bû. Bi riya vê têkilî û alîkariyê xebatên derbarê kurd, ziman û çanda kurdî derketin meydanê û dîsa bi saya van tekilî, alîkarî û piştgiriyan piştî Hawarê, Ronahî, Stêr û Roja Nû (ya dawî li Beyrûdê) derketin. Bêyî alîkarî û piştgiriya desthilatiya fransî û elîtên fransî yên wê demê, ne pêkan bû encameke wisa derkeve holê. Û bi tevahî vê yekê rê li ber pêşketina rewşenbiriya kurdî jî vekir. Armanca vê lêkolînê ew e ku bi riya xwendina kovarên kurdî yên navborî û xebatên wan têkiliyên rewşenbîrên fransî yên wekî Roger Lescot, Pierre Rondot û Thomas Bois bi Birayên Bedirxaniyan re vekolin; û bi vî awayî rola wan di pêşketina xebatên kurdî û rewşenbiriya kurdî ya wê demê de nîqaş bikin.

Anahtar Kelimeler

Kaynakça

  1. Alakom, R. (1988). Hoybûn Örgütü ve Ağrı Ayaklanması. İstanbul: Avesta
  2. Bedirhan, C. A. (1995). Günlük Notlar. Stockholm
  3. Bedir-Xan, C. A. (1998). Gazinda Xencera Min. (Amd. F. Cewerî) Hawar, 1 (12), 519-520.
  4. Blau, Joyce (2019). Emir Kamiran Bedirxan’ın Anıları. Di nav: Kamiran Alî Bedirxan (1895-1978) (wer. H. Bucak & H. İlhan). İstanbul: Avesta de, r. 61-81.
  5. Bois, T. (1966). The Kurds. Beirut: Khayats
  6. Boisseau, R. (1943). Roja Nu (Le Jour Nouveau). Roja Nû (1), 3.
  7. Bozarslan, H. (2001). Correspondance des frères Bedir-Khan et Pierre Rondot. Etudes Kurdes (3), 73-98.
  8. Celil, C. (2000). Kürt Aydınlanması. (wer. A. Karabağ). İstanbul: Avesta

Ayrıntılar

Birincil Dil

Kürtçe

Konular

Kürt Dili, Edebiyatı ve Kültürü

Bölüm

Araştırma Makalesi

Yayımlanma Tarihi

21 Eylül 2024

Gönderilme Tarihi

3 Ağustos 2024

Kabul Tarihi

29 Ağustos 2024

Yayımlandığı Sayı

Yıl 2024 Cilt: 10 Sayı: 2

Kaynak Göster

APA
Orak Reşitoğlu, S., & Keskin, N. (2024). The Role of French Intellectuals in the Development of Kurdish Studies and Kurdish Enlightenment. International Journal of Kurdish Studies, 10(2), 391-410. https://doi.org/10.21600/ijoks.1527699

Cited By


NOTICE: All submissions will be accepted through the Manuscript Submission System. Please click on http://www.ijoks.com/ and register to submit a paper. www.