Taybetîyên Lehengên Tradîsyonel dî Vegotina Kurdî de
Öz
Gelo vegotinên ku bi salan e di nav civata kurdan de tên vegêran û kodên civakî dihewînin xwedî lehengên çawa ne, lehengên wan ji kîjan aliyan ve dişibine hev û ji kîjan aliyan ve ji hev cuda dibin, taybetiyên tîpîk ên lehengên wan çi ne? Ji bo ku em bikaribin bersiva van pirsan bidin û her wiha binyada lehengên tradîsyonel ên kurdî derxin holê, me di vê lêkolînê de hewl da ku li gorî rêbaza Lord Raglan a bi navê “The Hero of Tradition”ê (Lehengê Tradîsyonel) lehengên tradîsyonel ên vegotinên kurdî dahûrînin û taybetiyên wan ên hevpar biselimînin. Ji bo vê jî em di serî de bi giştî li ser hin teoriyên lehangan û bi taybetî jî li ser teoriya Raglan rawestiyan û derbarê lehengan de me agahî dan. Dûvre me vegotinên kurdî li gorî rêbaza Raglan dahûrandin û herî dawî jî li gorî xwendin û selimandinên xwe ji bo lehengên tradisyonel ên Kurdî taybetiyên sereke pêşniyaz kirin.Dahûrîna me li ser van heşt leheng/vegotinên belav e: Xanê Çengzêrîn, Zembîlfiroş, Memê Alan, Ferxik, Cembelî, Dewrêşê Evdî, Kulik û Siyabend.
Anahtar Kelimeler
Kaynakça
- Campbell, Joseph, The Hero With a Thousands Faces, Princeton University Press, New Jersey, 2004
- Campbel, Joseph, û Moyers, Bill, Mitolojinin Gücü- Kutsal Kitaplardan Hollywood Filmlerine Mitoloji Ve Hikayeler. Zeynep Yaman (wer), Media Cat, İstanbul, 2007.
- Celîl, Celîlê, Celîl, Ordîxanê, Destanên Kurdî, Weşanên Zel, Stenbol, 1994.
- Celîl, Celîlê, Celîl, Ordîxanê, Zargotina Kurda, c. 2, Înstîtuta Kurdzanîyê, Wien, 2014.
- Filiz, Mehmet Şirin, Xebatek li ser Derwêşê Evdî, Teza Mastirê, Zaningeha Mardîn Artukluyê Şaxa Makezanista Çand û Zimanê Kurdî, Mêrdîn, 2014
- Forde, Daryll, Lord Raglan: 1885-1964, Man, h, 64, 1964, r. 181-182
- Nutt, Alfred, “The Aryan Expulsion-and-Return-Formula in the Folk and Hero Tales of the Celts”, The Folk-Lore Record, h. 4, 1881, r. 1-44.
- Oğuz, Mehmet Öcal, Lord Raglan’ın Geleneksel Kahraman Kalıbı ve Basat. Milli Folklor, h. 41, 1999, r. 2-6
- Raglan, Lord, “The Hero of Traditional”, Folklore, h. 3, 1934, r. 212-231.
- Rank, Otto, The Myth of the Hero, Drs. F. Robbins û Smith Ely Jelliffe (wer), The Journal of Nervous and Mental Disase Publishing Company, New York, 1914.