Yekemîn Berhema Rêzimana Kurmancî ya bi Îngilîzî
Öz
Zimanê kurdî li Rojhilata Navîn piştî erebî, tirkî, farisî zimanê çaremîn e. Li Tirkiye, Îran, Iraq, Sûrîyeyê bi milyonan kes bi vî zimanî dipeyivin. Kurdî, pêşî li medreseyên kurdan di sedsala 17’an de bi Serfa Kurmancî ya Elîyê Teremaxî bûye zimanê perwerdeyê. Di sedsala 18an jî bala geştyar û mîsyoneran kişandiye. Li Ewropayê yekemîn berhema der barê zimanê kurdî de di sala 1787an de li Îtalyayê ji hêla Garzonî ve hatiye nivîsandin. Berhema ku em ê di vê gotara xwe li serê rawestin jî di sala 1869an de ji hêla mîsyonerê amerîkî Samuel A. Rhea ve hatiye nivîsandin û di kovara bi navê Journal of the American Oriental Society de wekî gotar hatiye weşandin. Ev xebat der barê devoka Hekarîyê de ye. Ji ber ku xebateke dîrokî ye û li qadê hatiye amadekirin, me ev berhem kiriye mijara lêkolîna xwe. Em ê di vê xebatê de ji alîyê kategorîyên rêzimanî û beşên axaftinê ve vê xebatê binirxînin.
Anahtar Kelimeler
Kaynakça
- Aydın M. (2007), Dilbilim El Kitabı, İstanbul: 3F Yayınevi.
- Barbera, G. (2001). Exploring Gramamatical Gender in New Iranian Languages and Dialects: An Overview with Some Typological Considerations. Proceeding of the First Seminar of Iranian Dialectology. Hassan Baghbidi. (Ed.) Department of Dialectology; Iranian Academy of Persian Language and Literature. https://www.academia.edu/3753267/Gender_in_New_Iranian (tikandin: 12.01.2018).
- Bedirxan, C. (1998). Gramêra Kurdmancî; Tewang (H.32). Hawar 2, Hejmar: 24- 57. Stockholm. Weşanên Nûdem.
- Dost, J. (2017) Ferhenga Hemîdî Kurdî-Kurdî. Yusif Diyadîn Paşa. Amed: Weşanên Dara.
- Garzoni, M. (1787). Grammatica e Vocabolario Della Lingua Kurda. Hewlêr: Dezgay Çap û Bilawkirdinewey Bedirxan.
- Haig, G. & Öpengin, E.(2014). Gender in Kurdish Structural an Socio-cultural Dimension. https://www.academia.edu/6001901/Gender_in_Kurdish_Structural_and_socio-cultural_dimensions (tikandin: 25.12.2017).
- Hazim, R. (1994). Devok Hekarîyê. Kovara Kurmancî, hejmar 14-15. Parîs: Enstîya Kurdî ya Parîsê. https://www.institutkurde.org/publications/kurmanci/telechargement/ku1415.pdf (tikandin: 25.03.2018)
- Kıran, Z.; Kıran, A. (2000). Dilbilime Giriş. İstanbul: Seçkin Yayınları.
- Leezenbeng, M. (2015). Elîyê Teremaxî and the Vernacularization of Medrese Learning in Kurdistan. Kurdish Studies; Empire, ethnicity and identity. (Edit: Djene Rhys Bajalan and Sara Zandi Karimi). New York: Routledge.
- Lescot, R., Bedir Han, C. (2001). Kürtçe Grameri (Kurmanci Lehçesi). İstanbul: Avesta Yayınları.