Zargotina Kurda
Öz
Malbata Celîlan di warê çanda kurdî de gelek xebat kirine. Bavê malbatê Casimê Celîl yek ji wan kesên bû ku li Ermenistanê bingeha xebatên çanda kurdan danîbû û berpirsyarê demekê yê
kurdî bû di Radyoya Êrîvanê de. Xanima Rizgo û hevjînê wê Casimê Celîl zarokine wisa pêgihandine ku mîna zanîngeheke kurdî berhem afirandine. Ji her çar zarokan kurê mezin, Ordîxanê Celîl, fîlologek bû ku di zanîngehan de serokatiya kursiya kurdnasiyê kiriye. Celîlê Celîl dîroknasek e ku di warê dîroka siyasî ya kurdan de gelek berhem dane. Cemîla Celîl etno-muzîkologek e ku heta nuha tu kesan hindî wê di warê stran û awazên kurdî de xebat nekirine.
Anahtar Kelimeler
Kaynakça
- Ordîxanê Celîl, Celîlê Celîl, Zargotina Kurda, Înstîtûta Kurdzanîyê-Wien, Wien, 2014.