ŞA’IR Û NIVÎSKAR XEMKÛRÊ XURSÎ: JÎYAN, BERHEM Û KESAYETÎYA WÎ YA EDEBÎ
Öz
Edîbên nenas û berhemên wan, di edebîyata kurdî da qadeke serbixwe ye. Lewra lêgerîn û vekolîna li ser edîb û berhemên edebî ji bo kurdî û kurdan mijareke ter û teze ye. Loma roj bi roj şa’ir, nivîskar û berhemên nû yên vê biwarê derdikevin rojevê. Mijara gotara me, edîbekî sedsala me yê ku heta niha nehatîye nasîn e. Xemkûrê Xursî, yek ji şair û nivîskarê edebîyata kurdî ya klasîk e. Berhemên wî; 2 pexşan, 11 menzûm bi tevahî 13 heb in. Ji vana 8 heb dîwanên serbixwe ne. Heta niha tu berhemên wî nehatine çapkirin û heta niha li ser wî xebat jî nehatine kirin. Di vê gotarê da em ê li ser jiyana Xemkûr, berhemên wî û naveroka wan û kesayetîya wî ya edebî rawestin. Herwiha wê berhemên wî ji alîyê şêwaznasî, ziman û temayî ve jî were helsengandin. Bi vî awayî 13 berhemên nû-destxet wê li pirtûkxaneya kurdî bêne zêde kirin. Ji alîyekî din ve bi vê gotarê em ê balê bikişînin ser vî edîbî da ku peywendîdar jê hayidar bibin û derfeta xebatên mezintir derkeve holê, di dahatûyê da.
Anahtar Kelimeler
Xemkûrê Xursî, Dîwan, Mewlûd, Telqîna Mirîyan, Helbesta Kurmancî
Kaynakça
- A. Mermer, S. Deniz, Y. Bayram, L. Alıcı, M. Eflatun, N. K. Keskin. (2014). Üniversiteler İçin Eski Türk Edebîyatına Giriş. Ankara: Akçağ Yayınları.
- Artun E. (2017). Dinî - Tasavvufî Halk Edebiyatı (Edebiyat Tarihi/Metinler). Adana: Karahan Kitapevi.
- Aykanat, T. (2013). Cevrî Dîvân’ı Örnekçesinde Edebî Türler. A. Ü. Türkîyat Araştırmaları Enstitüsü Dergisi, Sayı 50, Erzurum, 47-64.
- Çelik, H. (2015). Bendi Mustafa Baba Divaninda Edebi Tür ve Tarzlar. Uluslararası Türkçe Edebîyat Kültür Eğitim Dergisi Sayı: 4/1, 443-464.
- Dad, S. (1385). Ferhengê Istilahatê Edebî, Wajername ê Mefahîm û Istihataê Edebî, Farsî û Ewrûpaî. Întîşaratê Morwarîd: Tehran, Îran.
- Dilçin, C. (1992). Örneklerle Türk Şiir Bilgisi. Ankara: Türk Dil Kurumu Yayınları sayı 517, 2, Baskı, Türk Tarih Kurumu Basımev.
- Ergün, Z. (2018). Newroz û Cureyê Newroznameyê di Edebîyata Kurdî ya Nû de. Dîl Bilimleri (Klasik Sorunlar-Güncel Tartışmalar) (s. 330-345). Mardin: Mardin Artuklu Üniversitesi Yayınları.
- Ertekin, M. Z. (2015). Bîyografîyeke Menzûm-Siltan Şêxmûs (Metn û Lêkolîn). Van: Lorya.
- Fesaî, R. M. (1380). Enwa’ê Şi’rê Farisî. Şîraz, Îran: Întîşaratê Nuwêd.
- Gemi, A. (2018). Çend Agahî Derheq Jiyana Feqe Reşîd û Sirru’l-Mehşer a Wî de. Nûbihar Akademi, h.9, r.127-145.