Hunera Mulemme‘ê di Edebiyata Rojhilat de -Mînaka Şi‘ra Kurdî-Kurmancî-
Öz
Bêguman, hunera mulemme‘ê mînakek gelek girîng e ji bona têkilî, alîkarî, beredan û hevaltiya zimanan. Em vê hunerê bi piranî di helbestên gelên Misilman yên ne Ereb de dibînin. Bi taybetî helbestên klasik yên Kurdî, Farisî û Tirkî bi vê hunerê hatine xemilandinê. Vêca mulemme‘ ne tenê wezîfeyek hunerî dibîne, di heman demê de wezîfeyeke biratiya di neqeba zimanan de jî dibîne. Bi vê hunerê çend ziman têne cem hev û rengek cuda didine helbestê. Wekî din jî ev huner îmkana danberhev û muqarena zimanan jî nişan dide.
Di edebiyata Kurdî ya klasik a zaravayê Kurmancî de Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Mela Huseynê Bateyî, Seyyid Eliyê Findikî û Şêx Ebdurrahmanê Şawurî di qesîde û helbestên xwe de bi zêdeyî ev huner bi kar anîne. Carinan bi du zimanan, carinan bi sê zimanan û carinan jî bi çar zimanan hunera mulemme‘ê bi kar anîne. Minakên ku em di vê lêkolînê de nişan didin tev ji edebiyata Kurdî ya klasîk a bi zaravayê Kurmancî ye. Heman huner bi eynî hêz û xemlê di zaravayên Kurdî yên din de jî xwe bi eşkere nîşan dide; mîna Soranî û Zazakî û Goranî.
Şairên Kurd ên klasîk, bi piranî di heman demê de alim û zanyarên dînê Îslamê ne jî, Bo vê yekê têkiliya wan bi zimanê Erebî re jî gelek xurt e. Weharenge zimanê Farisî jî di herêma Mezopotamyayê de xwediyê bandorek gelek girane. Herwiha zimanê Tirkî jî li Anatolyayê û di nav gelê Kurd de quncikek e din işxal dike. Bo vê yekê şairên Kurd gelek girîngî dane van hersê zimanan.
Di vê gotarê da bi gelemperî li ser cihê hunera muleme‘ê di edebiyata rojhilatê da tê sekinandin û di helbesta Kurdî da bikaranîna vê hunerê ji alîyê ruxsarî û naverokê ve tê vekolandin û bandora vê hunerê ka li ser helbesta kurdî çiqas çêbûye tê tesbîtkirin.
Anahtar Kelimeler
Kaynakça
- ‘Ekkawî, In‘am, el-Mu‘cemu’l-Mufessel fî ‘Ulûmi’l-Belaxe, Beyrut: Daru’l-Kutubi’l-İlmiyye, 1992.
- Adak, Abdurrahman, “Altı Dilde Şiir Yazan Bir Şair: Şükri-i Bitlisî”, I. Uluslararası Dünden Bu Güne Tatvan ve Çevresi Sempozyumu Bildirileri, İstanbul: Weşanên Beyan, 2008, (673-690).
- Adak, Abdurrahman, “Şewqiyê Xanî li Pey Şopa Ehmedê Xanî: Berawirdkirinek li Ser Mulemme‘ên Wan ên Çarzimanî”, Nûbihar Akademî, 5, 2016: (36-65).
- Aksoy, Hasan, “Kınalızade Ali Çelebi ve Mülemma‘ Na‘tı”, Marmara Üniversitesi İlahiyat Fakültesi, Dergisi, 5-6, (İstanbul, 1993), 125-144.
- Bekki, Salahaddin, “Âşık Tarzı Şiir Geleneğinde Mülemma”, I. Uluslararası Âşık Sümmâni ve Âşıklık Geleneği Sempozyumu Bildirileri, Amedeyiya Abdülkadir Erkal, Ankara: Weşanên Birleşik, 2012, 485-500.
- Botî, Ebdulhadî, “Di Şiîra Kurdî de Mulemme‘/Pir-zimanî: Mînaka Ehmedê Xanî”, Nûbihar, 107, (2012).
- Cizîrî, Mele Ehmed, Diwana Melayê Cizîrî, Berhevkirina Tehsîn İbrahim Doskî, Dihok: Weşanên Hukumeta Herêma Kurdîstana Iraqê, Wezareta Rewşenbîrî, 2000.
- Curcanî, Seyyid Şerîf Elî b. Muhammed, et-Te‘rîfat, Stenbol: Metbea Es‘ed Efendi, 1300.
Ayrıntılar
Birincil Dil
Kürtçe
Konular
Edebi Çalışmalar
Bölüm
Araştırma Makalesi
Yazarlar
Yayımlanma Tarihi
20 Haziran 2020
Gönderilme Tarihi
22 Mart 2020
Kabul Tarihi
16 Haziran 2020
Yayımlandığı Sayı
Yıl 2020 Sayı: 1