DENGÊ AHENGÊ DI HELBESTÊN MELAYÊ CIZÎRÎ DE
Öz
Aheng, di edebiyatê de hêmaneke bingehîn a şêwaz û estetîka edebî ye. Aheng her zêde xwe di helbestê de nîşan dide. Ew di heman demê de mûsîqiya helbestê ye jî. Di helbesta Kurdî de hemû hêmanên ahengê cara pêşî ji aliyê Melayê Cizîrî ve hatiye cîbicîkirin. Mela di tarîxa edebiyata kurdî de yekem kes e ku kêşa erûzê bi perspektîfeke berfireh û bi awayekî serkeftî bi kar aniye. Mela di cîbicîkirina erûzê de gelekî serkeftî ye. Di Kurmanciya sade ya rojane de erûz bêqusûr tetbîq kiriye. Behrên remel, hezec û recezê piraniya helbestên wî saz dikin. Mela wek şêwazekê recez ji bo serwaya hundurîn (hunera tesmîtê) terxan kiriye. Serwaya hundurîn yek ji taybetiyên xweser ên şêwaza Melayê Cizîrî ye. Mela di 31 helbestên xwe de bi şeş şêweyan serwaya hundurîn bi kar anîne. Ev yek wek xaleke ciyaker a Melayê Cizîrî derdikeve pêş. Mela hunerên bedî’î yên bi ahengê re têkildar jî bi kar anîne ku ew jî î’ade, ‘eks, tekrîr, alîterasyon û asonans. Mela di helbestên xwe de aheng û mûsîqiyeke bihêz bi dest xistiye.
Anahtar Kelimeler
Kaynakça
- NESİM DORU
- HAYRULLAH ACAR
- TAHİRHAN AYDIN
Ayrıntılar
Birincil Dil
Türkçe
Konular
-
Bölüm
Araştırma Makalesi
Yazarlar
Abdurrahman Adak
*
Türkiye
Yayımlanma Tarihi
30 Aralık 2017
Gönderilme Tarihi
12 Aralık 2017
Kabul Tarihi
15 Aralık 2017
Yayımlandığı Sayı
Yıl 2017 Cilt: 8 Sayı: 3
Cited By
Aheng û Mûsîqî di Helbestên Feqiyê Teyran de
The Journal of Mesopotamian Studies
https://doi.org/10.35859/jms.2023.1242076Mewlûda Netemam ya Şêx Qutbedînê Korîkî: Awirvedanek li ser Taybetmendiyên Zimanî yên Metnê
The Journal of Mesopotamian Studies
https://doi.org/10.35859/jms.2023.1355769