Tuhfetu’l-Xullan Fî Zimanê Kurdan a Mela Mehmûdê Bazîdî
Öz
Ev gotar, berhemeka destxet a bi navê Tuhfetu’l-Xullan fî Zimanê Kurdan’ê ji alîyê nasname, rewşa fîzîkî û naverokê ve vedikole. Tu guman tune ku ev berhem, ya Mela Mehmûdê Bazîdî ye û ji alîyê wî ve hatîye nivîsîn. Bazîdî dibêje ku Aleksandre Jaba bi kurdî ra eleqedar bûye û ji bo nivîsandina berhemeka bi vî rengî jê rica kirîye. Ji ber vê yekê, dibêje ku wî, ev berhem ji bo hevalê xwe (Jaba) wek dîyarîyek nivîsandîye. Ev berhema serbixwe, di halê hazir da bi awayeka zexim, di koleksîyona Aleksandre Jabayî da li Pirtûkxaneya Akademîya Zanistan a Rûsyayê ye. Berhema ku ji 143 rûpelan pêk tê, rêzimana zimanê kurdî (kurmancî) vedibêje. Berhem ji gelek alîyan ve giring tê dîtin. Ev destxeta kevin û nadir ku di derbarê zimanê kurdî da hatîye nivîsîn, xebateka serbixwe ye û nisxeyeka wê ya din tune ye. Berhem digel pêşkêşkirina rêzimana kurdî, ji gelek alîyên wek hevoksazî, peyvsazî, dengnasî, rastnivîsîn, alfabe, xalbendî, asta zimanî, bandora zimanên din û hêmanên çandê ve di pileya xezîneyeka bêhempa da ye. Berhem van mijarên bingehîn dihewîne: danasîna lêkerê û cureyên wê, danasîna navdêrê û cureyên wê, herf, dem, cihnav, ravek, rader, rengdêr, hokerên demê û yên cihî, daçek, gire, gihanek.
Anahtar Kelimeler
Kaynakça
- Bazîdî, Mela Mehmûd. (1866). Tuhfetu’l-Xullan fî Zimanî Kurdan, nusxeya dijîtal a arşîva A. Jaba a li Petersburgê, li Pirtûkxaneya Akademîya Zanistan a Rûsyayê, No: Kurd08, Erzirom.
- Jaba, Aleksandra, Catalogue De Manuscrits Kurdes, nusxeya dijîtal a arşîva A. Jaba a li Petersburgê, li Pirtûkxaneya Akademîya Zanistan a Rûsyayê, No: Kurd53.
- Komîsyona Mecme’u’l-Luxatî’l-Erebîyye lî Misr. (2004). el-Mu‘cemu’l-Wesît, çapa 4an, Mektebetu’ş-Şurûq ed-Dewlîyye, Qahîre.
- Omer, Ehmed Muxtar. (2008). Mu’cemu’l-Luxatî’l-‘Erebîyyetî’l-Muasira, ‘Alemu’l-Kutub.
- Rudenko, Margarita Borisovna. (1961). Danasîna Koleksîyona Destxetên Kurdî yên li Lenîngradê, Çapxaneya Edebîyata Rojava, Moskova, 1961, r.105. (niv.) Orîjînala pirtûka Rodenko ev e: Руде́нко Маргари́та Бори́совна, Описание курдских рукописей ленинградских собраний, Издательство Восточной Литературы, Mockba.
Ayrıntılar
Birincil Dil
Kürtçe
Konular
-
Bölüm
Araştırma Makalesi
Yazarlar
Tahirhan Aydın
*
Türkiye
Yayımlanma Tarihi
31 Aralık 2021
Gönderilme Tarihi
15 Kasım 2021
Kabul Tarihi
8 Aralık 2021
Yayımlandığı Sayı
Yıl 2021 Cilt: 4 Sayı: 16