Di dirêjahiya sedsalên serdema edebiyata klasîk de estetîk yek ji wan mijarên bingehîn e ku edîb û şair li ser sekinîne. Estetîzm yan jî ciwannasî di zimanê rojane de tê maneya “xweşikahî”, “bedewî”, “spehîtî”, “delalî” û hwd. Estetîzm di heman demê de mijareke herî kevn a lêkolîna felsefeyê ye. Têgeha ciwaniyê çawa wek babeteke girîng a şiîr û edebiyata klasîk e, her wisa qadeke felsefeya lêgerîna ciwaniyê ye ku jê re tê gotin “estetîk”. Heçî ciwanî ye, ew têgehek e ku bedewbûn û xweşikahiyê îfade dike. Ev îfadekirin, ji bedewbûna terkîbên maddeyê bigre heta xweşikahiya raser yanî Wacîbul Wucûd diçe û beşeke kiryara dîtinê ya însan e. Ciwanî ji hêla piraniya şairên serdema navîn ve li ser hêmanên hevpar û bi heman şêweyî hatiye teswîrkirin. Digel vê yekê ew ciwaniya ku bi uslûbeke standart ve dihate ziman, bi rêya vegotinên alegorîk, girîft û pirmane ya her şairekî, rewş û rehendeke mukemel û xweser wergirtiye. Şairan diyardeya ciwaniyê bi xeyalên pir dewlemend ve sêwirandine, di form û kirasên ciyawaz de ji nûve saz kirine û bi temsîl, teşbîh û gotinên klîşe yên curbecur ên ciwannasiyê ve anîne ziman. Fêhm û feraseta helbesta klasîk bi teşegirtin û terakuma sedan salan pêk hatiye û di nav hevaheng û hevrengiyeke berdewam de ye. Ciwanî, çawa di şairên serdema klasîk de wek babeteke sereke tête bikaranîn, her wisa di vehonandina hunerî û estetîkî ya Melayê Cizîrî de jî cihekî taybet û girîng digre. Cizîrî yek ji wan edebiyatnasê sertac ê sedsala XVIan, şairê qesra mîr /hukumdarê hukumeta Cizîra Botan û nûnerekî dewra zêrîn û muqtedîriyê ye di dîroka edebiyata Kurdî de. Di şi’ra wî ya lîrîk û coşîş de hêmanên ruh ên wek îhtîşam, hessasiyet, xwebawerî, ciwanî û baldarî derdikevin pêş. Di vê xebatê de armanca me ew e ku em mahiyeta ciwaniya ku Melayê Cizîrî li ser sekiniye bikolin; buûd û cureyên wê tesbît bikin û binirxînin. Me qest û mebest ew e ku fikr û ramana hunerî ya Mela, esas û cureyên estetîka wê hunerê destnîşan bikin. Lewma em dê fikra wî ya li ser ciwaniyê, uslûb û şêweyê anîna ziman a ciwaniyê ya bi rêya helbestê û maneya ku li ciwaniyê bar dike, lêkolîn bikin.
Spas malî ava Mamosteyên Hêja,
Di dirêjahiya sedsalên serdema edebiyata klasîk de estetîk yek ji wan mijarên bingehîn e ku edîb û şair li ser sekinîne. Têgeha ciwaniyê çawa wek babeteke girîng a şiîr û edebiyata klasîk e, her wisa qadeke felsefeya lêgerîna ciwaniyê ye ku jê re tê gotin “estetîk”. Ciwanî ji hêla piraniya şairên serdema navîn ve li ser hêmanên hevpar û bi heman şêweyî hatiye teswîrkirin. Digel vê yekê ew ciwaniya ku bi uslûbeke standart ve dihate ziman, bi rêya vegotinên alegorîk, girîft û pirmane ya her şairekî, rewş û rehendeke mukemel û xweser wergirtiye. Ciwanî, çawa di şairên serdema klasîk de wek babeteke sereke tête bikaranîn, her wisa di vehonandina hunerî û estetîkî ya Melayê Cizîrî de jî cihekî taybet û girîng digre. Di şi’ra wî ya lîrîk û coşîş de hêmanên ruh ên wek îhtîşam, hessasiyet, xwebawerî, ciwanî û baldarî derdikevin pêş. Di vê xebatê de armanca me ew e ku em ciwaniya ku Melayê Cizîrî li ser sekiniye bikolin û cureyên wê destnîşan bikin û binirxînin.

Birincil Dil | Kürtçe |
---|---|
Bölüm | Araştırma Makalesi |
Yazarlar | |
Yayımlanma Tarihi | 30 Haziran 2022 |
Yayımlandığı Sayı | Yıl 2022 |
Nûbihar Akademî Dergisi Creative Commons Atıf-GayriTicari 4.0 Uluslararası Lisansı (CC BY NC) ile lisanslanmıştır.