Şêx Muhyedînê Hênî: Di Edebiyata Kurdî de Nûnerekî Girîng ê Temaya Xwarinê
Öz
Şêx Muhyedînê Hênî (k.d.derdora 1897an) yek ji girîngtirîn helbestvanê klasîk
ê serdema piştî mîrektiyan e. Paşxana wî ya edebî, wekî piraniya helbestvanên
wê serdemê Xalidîtiya Neqşebendî ye. Lewra bavê wî bi xwe postnişînê şaxa
Xalidiyan a Hênê bû. Şêx Muhyedîn ku mexlesên wî Sa’î û Heqî ne, hem li
pey şopa Melayê Cizîrî helbestên klasîk nivîsîne, hem jî di mijara xwarinê de
menzûmeyeke serbixwe nivîsiye. Di wê serdemê de li Hênê û Aqtepeyê di
nivîsîna helbestên bi temaya xwarinê de bizaveke edebî derketiye meydanê. Bi
qasî ku tê dîtin, di tarîxa edebiyata Kurdi de yegane helbestvanê klasîk ê ku di
vî warî de berhemeke serbixwe nivîsiye Şêx Muhyedîn e. Ji ber ku di edebiyata
Kurdî ya klasîk de di mijarên ladînî-beşerî de berhemên serbixwe kêm in, ev
berhema nivîskar girîngiyeke taybet bi dest dixe. Berhema ku bi qasî 20 kom û
130 cureyên xwarinê di xwe de dihewîne, bi şêwazeke edebî xwarinên Kurdan
ên serdema nivîskar, pênaseyên wan û menûya ser sifreyê radixe ber çavan.
Berhem ji vî aliyî ve wekî berhemeke pêşserdemî dikare bê hesibandin.
Anahtar Kelimeler
Kaynakça
- Adak, A. (2012), “Liceli Şairlere Genel Bir Bakış”, Dünden Bugüne Lice Sempozyumu Bildirileri, 05-06 Eylül 2008, (amd.) Ahmet Erkol-Abdurrahman Adak, Mardin: Mardin Üniversitesi.
- Adak, A. (2009) “Malbata Zêbariyan û Basreta “Paytexta Neqşebendiyan”-I -Heta bi Serdema Postnişîniya Malbata Zêbariyan li Dergahê Basretê-” Nûbihar, j. 107, Stenbol.
- Amidî, Z. (1995). Mecma’u’l-Kasâid, (Nusxeya destxet a neçapkirî), Diyarbekir.
- Aqtepî, Ş. E. (1986). Rewdu’n-Ne’îm, (amd. Mela Zeynelabidîn Amidî), Diyarbekir.
- Bender, C. (2003). Kürt Mutfak Kültürü ve Kürt Yemekleri, İstanbul: Berfin.
- Bingöl A. (2007). “Xwarinên Cizîrê” Nûbihar, sal:2007, jimar 103, Stenbol.
- Botî, M. M. D. (2007). “Fistiqên Sêrtê”, Nûbihar, sal:2007, jimar 103, Stenbol.
- Erdoğan, K. (2003). “Z’atî Divanında Yiyecekler”, Atatürk Ünv. Türkiyat Araştırmaları Dergisi, jimar:22, Erzurum.
Ayrıntılar
Birincil Dil
Türkçe
Konular
-
Bölüm
Araştırma Makalesi
Yazarlar
Yayımlanma Tarihi
15 Haziran 2015
Gönderilme Tarihi
15 Nisan 2015
Kabul Tarihi
15 Mayıs 2015
Yayımlandığı Sayı
Yıl 2015 Cilt: 1 Sayı: 3