Araştırma Makalesi

“Berhemeke bênav a Mela Mistefa: “Rahênanên Zimanê Kurdî” yan jî “Exercices Dela Langue Kurde”

Cilt: 4 Sayı: 11 30 Aralık 2019
PDF İndir
TR EN

“Berhemeke bênav a Mela Mistefa: “Rahênanên Zimanê Kurdî” yan jî “Exercices Dela Langue Kurde”

Öz

KURTE

“Berhemeke bênav a Mela Mistefa: “Rahênanên Zimanê Kurdî” yan jî “Exercices Dela Langue Kurde”. Ev xebat, danasîna destxetekê dike. Berhem derheqê hîndekarîya kurmancî da ye û di koleksiyona Aleksandre Jaba da cih digire. Nivîskar navek li berhema xwe nedaye, herwiha navê xwe jî li ser berhemê ne nivîsîye. Lê Jaba, li ser berga berhemê bi frensî “Exercices Dela Langue Kurde” nivîsîye ku ev nav bi wateya “Rahênanên Zimanê Kurdî” ye û naveroka berhemê zelal dike. Loma me jî ji bo danasîna berhemê ev nav  guncav dît. Derheqê berhemê da agahîyeke din jî ev e ku Jaba bixwe navê nivîskar li ser bergê wek Mella Moustapha nivîsîye.

Ev destxet, ji bo hînkirina zaravayeke kurdî, kurmancî ye. Sala 1860î li Erzurûmê hatiye amadekirin. Ji teqdîma nêzî 800 hevokên kurt pêk tê. Lê belê berhem ne tenê ji hevokên ku Mela Mistefa amade kirine, pêk tê. Jaba pêşî van hevokan yekûyek latînîze kiriye paşê jî frensîya hevokan nivîsîye. Berhem li Pirtûkxaneya Akademîya Zanistan a Rûsyayê (The Library of the Russian Academy of Sciences) di nav koleksîyona Aleksandre Jaba da ye. Nusxeyeke din a berhemê tuneye. Berhem li ser defterekê hatiye nivîsîn û ji alîyê fîzîkî ve baş dixuye. Berhem ji 51 wereqan (101 rûpel) pêk hatiye. Her rûpel ji 3 sitûn û 8 rêzan pêk tê.

Di destxetê da tenê hevokên hêsan, basît û kurt hatine pêşkêşkirin. Bi giştî hevokên navdêrî û yên lêkerî ne. Exleb hem erênî hem jî nerênîya hevokan li pey hev hatine rêzkirin. Ango hevokên hevedûdanî, kompleks û yên pêgirtî tunene. Digel ku berhem rasterast li ser rêzimanê ne sekinîye jî, mirov dikare berhemê ji alîyê navdêr, lêker, hemwate, dijwate, zayend, cînav, rengdêr, ravek, dem, daçek, gihanek, xalbendî, alfabe, dengnasî, peyvsazî, hevoksazî û hwd. binirxîne. 

Anahtar Kelimeler

Kaynakça

  1. Bazîdî, Mela Mehmûd, (1866). Qewa‘îdêd Serfa Kurdî I, II, nusxeya dijîtal a arşîva A. Jaba a li Petersburgê, li Pirtûkxaneya Akademîya Zanistan a Rûsyayê, No: Kurd46, Erzurûm.
  2. Bazidî, Mela Mehmûd, (1866). Tuhfetu’l-Xullan fî Zimanî Kurdan, nusxeya dijîtal a arşîva A. Jaba a li Petersburgê, li Pirtûkxaneya Akademîya Zanistan a Rûsyayê, No: Kurd08, Erzurûm.
  3. Celalî, Murad, (2016). "Kedkarekî Kurdolojiyê August Jaba", Nûbihar, sal. 24, cild.20, hj. 136, rr. 18-25.
  4. Jaba, Aleksandra, Catalogue De Manuscrits Kurdes, nusxeya dijîtal a arşîva A. Jaba a li Akademîya Zanistan a Petersburgê, No: Kurd53.
  5. Mela Mistefa, (1860). Rahênanên Zimanê Kurdî (Exercices Dela Langue Kurde), nusxeya dijîtal a arşîva A. Jaba a li Petersburgê, li Pirtûkxaneya Akademîya Zanistan a Rûsyayê, No: Kurd48, Erzurûm.
  6. Rudenko, Margarita Borisovna, (1961). Danasîna Koleksîyona Destxetên Kurdî yên li Lenîngradê, Çapxaneya Edebiyata Rojava, Moskova. (niv.) (Orîjînala pirtûka Rodenko: Руде́нко Маргари́та Бори́совна, Описание курдских рукописей ленинградских собраний, Издательство Восточной Литературы, Mockba, 1961.)

Ayrıntılar

Birincil Dil

Türkçe

Konular

-

Bölüm

Araştırma Makalesi

Yayımlanma Tarihi

30 Aralık 2019

Gönderilme Tarihi

23 Eylül 2019

Kabul Tarihi

30 Aralık 2019

Yayımlandığı Sayı

Yıl 2019 Cilt: 4 Sayı: 11

Kaynak Göster

APA
Aydın, T. (2019). “Berhemeke bênav a Mela Mistefa: “Rahênanên Zimanê Kurdî” yan jî “Exercices Dela Langue Kurde”. Nubihar Akademi, 4(11), 145-157. https://doi.org/10.55253/nubihar.623606
AMA
1.Aydın T. “Berhemeke bênav a Mela Mistefa: “Rahênanên Zimanê Kurdî” yan jî “Exercices Dela Langue Kurde”. NA. 2019;4(11):145-157. doi:10.55253/nubihar.623606
Chicago
Aydın, Tahirhan. 2019. ““Berhemeke bênav a Mela Mistefa: “Rahênanên Zimanê Kurdî” yan jî ‘Exercices Dela Langue Kurde’”. Nubihar Akademi 4 (11): 145-57. https://doi.org/10.55253/nubihar.623606.
EndNote
Aydın T (01 Aralık 2019) “Berhemeke bênav a Mela Mistefa: “Rahênanên Zimanê Kurdî” yan jî “Exercices Dela Langue Kurde”. Nubihar Akademi 4 11 145–157.
IEEE
[1]T. Aydın, ““Berhemeke bênav a Mela Mistefa: “Rahênanên Zimanê Kurdî” yan jî ‘Exercices Dela Langue Kurde’”, NA, c. 4, sy 11, ss. 145–157, Ara. 2019, doi: 10.55253/nubihar.623606.
ISNAD
Aydın, Tahirhan. ““Berhemeke bênav a Mela Mistefa: “Rahênanên Zimanê Kurdî” yan jî ‘Exercices Dela Langue Kurde’”. Nubihar Akademi 4/11 (01 Aralık 2019): 145-157. https://doi.org/10.55253/nubihar.623606.
JAMA
1.Aydın T. “Berhemeke bênav a Mela Mistefa: “Rahênanên Zimanê Kurdî” yan jî “Exercices Dela Langue Kurde”. NA. 2019;4:145–157.
MLA
Aydın, Tahirhan. ““Berhemeke bênav a Mela Mistefa: “Rahênanên Zimanê Kurdî” yan jî ‘Exercices Dela Langue Kurde’”. Nubihar Akademi, c. 4, sy 11, Aralık 2019, ss. 145-57, doi:10.55253/nubihar.623606.
Vancouver
1.Tahirhan Aydın. “Berhemeke bênav a Mela Mistefa: “Rahênanên Zimanê Kurdî” yan jî “Exercices Dela Langue Kurde”. NA. 01 Aralık 2019;4(11):145-57. doi:10.55253/nubihar.623606

Nûbihar Akademî Dergisi Creative Commons Atıf-GayriTicari 4.0 Uluslararası Lisansı (CC BY NC) ile lisanslanmıştır.