Di Ronî Mîna Evînê Tarî Mîna Mirinê, Ez ê yekî bikujim û Lehiyê de Tezahurên Biyanîbûnê
Öz
Mehmed Uzun û Firat Cewerî di romannûsiya Kurdî de xwedî kedeke mezin in.
Mehmed Uzun heta mirina xwe heft roman nivîsîne. Firat Cewerî jî heta niha bi
çar romanên xwe di dîroka romana Kurdî de cîhê xwe girtiye. Her du nivîskar jî ji
pêvajoyên manend re derbas bûne û bandora vê jî di romanên wan de dixwûyên.
Em di romanên Ronî Mîna Evînê Tarî Mîna Mirinê, Ez ê Yekî Bikujim û Lehîyê de
serlehengên xwedî hişmendiya netewî dibînin.Lehengên van romanan, ji welatê
xwe, ji bajarên xwe, ji ziman û çanda xwe hez dikin. Van lehengan di xortaniya
xwe de di nava xebatên polîtîk de cîh girtine û ji bo tekoşînê berxwe dane. Ji
aliyê derûnî û fîzîkî ve pir baş û xweş in. Di van romanan de em dibînin ku ew
lehengên xwedî kesayetek polîtik, di nava salan de fikrên xwe yên polîtîk û îdeolojîk
diguherînin, ji welatê xwe, çand û axa xwe dûr dikevin. Naxwazin li wî welatî, li
ser wê axê, di nava wan mirovan de bijîn. Ji ber vê jî dixwazin ji civaka xwe dûr bikevin.
Di vê navberê de derûniya wan jî têk diçe. Ango di van romanan de hêmanên
bîyanîbûneke polîtîk, psîkolojîk û mekanî derdikevin pêş û em jî dixwazin ji van
aliyan ve romanan tehlîl bikin.
Anahtar Kelimeler
Kaynakça
- Fromm, E. (1982). Sağlıklı Toplum. (Y. Salman ve Z. Tanrısever. Çev.), İstanbul: Payel Yay.
- Guntrip, H. (2003). Şizoid Görüngü Nesne İlişkileri ve Kendilik. (İ. Babacan. Çev.), İstanbul: Metis Yay.
- Uzun, M. (2002). Ronî Mîna Evînê Tarî Mîna Mirinê. Stembol: Weşanên Avesta.
- Fromm, E. (1997). Özgürlük Korkusu. (R. Hakmen. Çev.), İstanbul: Güloğlu Yay.
Ayrıntılar
Birincil Dil
Kürtçe
Konular
-
Bölüm
Araştırma Makalesi
Yazarlar
Yayımlanma Tarihi
30 Haziran 2020
Gönderilme Tarihi
5 Eylül 2020
Kabul Tarihi
3 Aralık 2020
Yayımlandığı Sayı
Yıl 2020 Cilt: 4 Sayı: 13