Tevgera Wergera Kurmancî li Sûrî û Tirkîyeyê
Öz
Xebatên wergerê ji bo nûjenkirina zimanan û pêşveçûna edebîyata dunyayê giring
e. Zimanên dunyayê bi rêya wergerê tên pêşberî hev û edebîyatên curbicur ên gelên
dunyayê bi rêya wergerê hev dinasin. Çand û şaristanîya dunyayê, bi rêya xebatên
wergerê hev nas dikin. Ji ber van egeran werger xwedî karîgerîyeke alemgiştî ye.
Hin berhem di sedsala sêyem a koçî de ji kurdî hatine wergerandin; peyre êdî
berhem ji zimanên din li kurdî hatine wergerandin. Garzonî, Mehmûdê Bazidî û
Fossum bi wergera kurdî re eleqedar bûne. Li Stenbol û Şamê kovarên kurdan
wergerên kurmancî weşandine. Bi taybetî li Stenbolê, piştî salên 1992yan wergerên
kurdî zêde bûne. Muderrisên medreseyan di qada xwe de bi awayê devkî û nivîskî
karê wergera kurdî pêk anîne.
Digel ku ji serê sedsala 19an heta dawîya sedsala 20î wergera kurmancî di nav liv
û tevgerê de bûye jî, tenê çend lêkolînên lokal ên akademîk ên nikirandî li serê
hatine kirin. Bi vê lêkolînê me xwest rewşa wergera kurmancî ya li Tirkîye û Sûrî,
ji hêla navê wergêr û berheman ve dîyar bikin. Lewre me da ser şopa wergerên
kurmancî yên nivîskî ku berî salên 2000î hatine kirin û li Tirkîyeyê hatine çapkirin.
Me berhemên ku ji kurdî li zimanên din hatine wergerandin û bizava wergera
kurmancî û soranî li Îran, Iraq, Kavkas û Ewrûpayê li derveyî vê lêkolînê hiştine.
Anahtar Kelimeler
Kaynakça
- Akyüz, Kenan. Modern Türk Edebiyatının Ana Çizgileri (860-1923). İnkılap Kitabevi: Ankara, 1995.
- Aytaç, Gûrsel. Karşilaştirmali Edebîyat Bîlîmî. Îstanbul: Say Yayinlari, 2009.
- Bayezîdî, Mela Mehmûdê. ‘Adat û Rusûmetnameê Ekradîyye, (Ravekirin, Tîpguhêzî û Lêkolîn: Jan Dost). İstanbul: Nûbihar, 2010.
- Bayrakdar, Mehmet. «İslam Düşüncesi ve Kaynakları.» İslam Düşünce Tarihi içinde, yazan Mehmet Byraktar (Edt.), 6. Eskişehir: Anadolu Üniversitesi Yayınları, 2013.
- Bazidî, Mela Mehmûdê. Cami‘eya Risaleyan û Hikayetan Bi Zimanê Kurmancî, (Amadekar: Ziya Avci). İstanbul: Lîs, 2010.
- Bıçkıcı, T. «Çeviri Kuramları Işığında Edebi Çeviri Eleştirisi.» Akademik Sosyal Araştırmalar Dergisi, 2016: 374.
- Boyîk, Eskerê. Çanda Kurdên Sovetê. İstanbul: Weşanên Peywend, 2019.
- —. Çanda Kurdên Sovyêtê. İstnabul: Weşanên Peywend, 2019.
Ayrıntılar
Birincil Dil
Kürtçe
Konular
-
Bölüm
Araştırma Makalesi
Yazarlar
Ayhan Yıldız
*
Türkiye
Yayımlanma Tarihi
30 Haziran 2020
Gönderilme Tarihi
25 Ekim 2020
Kabul Tarihi
3 Aralık 2020
Yayımlandığı Sayı
Yıl 2020 Cilt: 4 Sayı: 13